Mazlum Doğanê em hîn wî nas nakin

HOŞENG
OSÊ
 
Ligorî ku
min di pirtûk û edebîyatên PKKê xwandîye û li medya guhdar û temaşe kirîye,
dema PKKê behsa girtîgeha Amedê dike, piştî cuma 12ê Eylûlê, mirov dibêje qey
jibilî endam û berpirsên PKKê yên girtî, ti berxwedêr û şoreşgerên din di
zindanên Tirkîye de nînin. Bi vî şêwe û rêbazî dîroka PKKê bi me hatîye
nasandin ku rêxistin, tevger û partîyên din yên kurd li bakurê Kurdistanê bê
dîrok in. 
Dibe ku PKKê vî mafî bide xwe ku dîroka berxwedana li girtîgeha Amedê liser navê xwe tap û tomar bike, lê partî û rêxistinên din çiqas karîbûn rastîya berxwedana endam û berpirsên xwe yên girtî bidin nasandin?
Di navbera dîroka fermî ya dihête nas kirin û dîroka veşartî de gelek çîrokên cuda û ji hev nakok bi bûyerê re peywendîdar hene. Kî bixwaze navê M. Doğan bide “Google, Youtube û Wîkîpedîya”ê dê bi sedan “lînk” bibîne, dibe ku nivîs, lêkolîn, helbest, raport ya jî belgefîlm bin, lê tevde di çîrokekê de hevbeş in ku di şeva 21ê Adara 1982an de, Doğan lihimber zilm û zordarîya cuma Tirkiyê û himberî xîyanetê agir berdaye bedena xwe û qîrîyaye û gotîye; “berxwedan jîyan e”. Ev şirove-çîroka bûyera M. Doğan di mejîyê giştî yên kurdan de rûniştîye, heçku rastîyeka dîrokî ye û ti şik û guman liser nîne. Lê rojnameya “SERXWEBÛN”ê ku rojnameya navendî û fermî ya PKKê ye, di hijmara xwe ya 5ê, Gulana 1982an de, derbarê bûyera Doğan de çîrokeka din dibêje. Dibe kêm kes zanibin ku M. Doğan di kongreya damezrandina PKKê de 27/11/1978an de wekî berpirsê ragihandinê hate destnîşan kirin û derxistina rojnameya rêxistinê “SERXWEBÛN” peywira wî bû. Ev rojname, di destpêka xwe de, wekî çend rûpelên gelek normal û bi dizî dihat çap û belav kirin, lê piştî PKK li Almanya bi cî bû, di çileya 1982an de li bajarê Kölnê yê Almanya, yekemîn jimar, bi çapeka fermî û profisyonel derket pêşberî xwandevanên xwe. Ez vegerîyam arşîva rojnamê û min hemû “PDF”ên hijmarên wê peyda kirin û min dît ku “SERXWEBÛN” piştî 2 mehan bi ser “çalakîya” Doğan re, di rûpera 1ê ji jimara 5ê Gulana 1982an de, bi manşeteka sereke behsa bûyera zindana Amedê dike: “Komkujî li Amedê çêbûye. Endamê komîteya navendî ya PKKê M. Doğan û gelek endamên din yê PKKê milîtan û welatparêzan jîyana xwe ji dest dan.” Di vê nûçeyê de, qet behsa xweşewitandina Doğan û mebesta wî ji çalakîyê nayê kirin, lê dihête gotin ku Doğan û hevalê wî di komkujîyê yan şewitîne yan fetisîne. (http://serxwebun.org/arsiv/05/). Ne tenê wisa jî, ji hijmara 5ê tan 12ehan, ticarî nehatîye gotin ku Doğan xwe himberî zilm û xîyanetê şewitandîye! Piştî salakê; di Nîsana 1983an de, derbarê salvegra 1emîn ya bûyerê de, PKKê daxuyanîyeka taybet derxist û di rûpela 14an ji jimara 16an – Nîsana 1983an de, bi zimanê kurdî belav kir. Di wê daxuyanîyê de dibê- je: “Girtîyên şer ku ji sê salan zêdetire di girtîxanan de bi fedekarîyên giran bi biryarî têkoşîna berxwedanê bilind kirine. Endamê KM (Komîta merkezî) ya PKK Mazlum Doğan, dûre, ji kadroyên rêber yên PKKê Ferhat Kurtay, Eşref Anyak û Mehmut Zengin ku bi şewitandinê û fetisandinê hatine kuştin, ev bûyer jî eşkere û xuyane ku: dijmin bi hemû hêrsa dîrokî û êrîşbazîyên dijwar hemberî hêvîyên serxwebûnê û tekoşîna gelê me ketîye û bê fesal maye….”. Di hemû hijmarên “Serxwebûn”ê yên 1983-84-85an jî dubare û berdewam dike, lê kengî dihête guhertin gotin; “Doğan xwe şewitandîye” û hinek “fantazîya” û “efsanebûn” derbasî çîroka bûyerê dibe? Piştî ku PKKê berpirsê rêxistina xwe yan Ewropa Çetin Güngör (Semîr) ku ji rêxistinê veqetîyabû, kuşt, û bi taybet piştî kongreya PKKê ya sêyemîn ku di sala 1986an de li Sûriyê li dar ket. Jixwe di hemû hijmarên “Serxwebûn”ê yên salên 1982an ta 1985an de, wêneyên Öcalan pir kêm dihatin belav kirin û Öcalan tenê bi “sekreterê giştî yê PKKê” dihat bi nav kirin, û ji sala 1986an û virde, wêneyên wî gelek car dihatin belav kirin û di hijmarên wê salê de, yekemîn car navê “serok”, “serokatîya partîyê”, “serokê neteweyî” ji bo Öcalan hat bikaranîn.
Dibe hinek kes bêjin: “mafê PKKê ye di çîroka çalakîya M. Doğan de guhertinê çêbike, jiber ku pêwîstî bi peydakirina hin sembolên neteweyî û şoreşgerî hebû”. Ev jî rast e, lê dema mirov li hijmarên “Serxwebûn”ê vedigere, mirov baş pê dihese ku M. Doğan, K. PİR, M. H. Durmuş û F. Kurtay berê sembol bûn, û wêneyên wan di rojnamê de û di şev û şahî û çalakîyên PKKê de, berî bûyera zindana Amedê, ji wêneyên Öcalan jî bêtir dihatin belav kirin û hildan.
Berî çend rojan, min berpirsekê payebilind yên PKKê ku ji rêxistinê veqetîyaye û şahidê gelek tiştên girîng e, li Almanya dît û ji min re got: “Doğan ne xwe şewitandîye û ne jî di şewata girtîgeha Amedê de hatîye kuştin, lê wî xwe darde kirîye, ango xwe sêdare kirîye”. Lê jiber ku ev nivîs xwe dispêre jimarên “Serxwebûnê û daxwîyanîya PKKê yan Adara 1983an, em rûberûyî 2 çîrokan in, û yek ji her dûyan ne rast e, yan jî dibe ku her dû jî ne rast bin:
I-Eger çîroka yekemîn (1982-1985) rast be, nexwe yan din ne rast e. Li vira, çima? Û ji ber çi PKKê ev çîroka bi gelê kurd wekî rastî da qebûl kirin?!
II-Eger çîroka duyemîn rast be, nexwe PKKê derbarê bûyera zindana Amedê ji salan 1982an ta 1985an rast nedigot. Jê zêdetir û wêdetir, eger çîroka duwemîn rast be, nexwe PKKê rejîma cuma faşîst a 12ê Eylûlê ji “komkujîya” li girtîgeha Amedê berî dike.
————
Jêder: heftenameya Kurdî ya Basnews “BasBûçe” – hijmara (7) – 13-19/2/2017
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…