Medya Kurdî

Desteya Sernivîser*
 
 
Medya yek ji
diyardeyên civakî ya herî giring e, û destlatdariya çarem a serdema niha
ye.  Gelê ku wê neke xizmet doz, hebûn û
azadiya xwe tê wateya ku ew milet li paş maye. Em dikarin bêjin ku medya Kurdî
û şoreşa azadiyê ya gelê Kurd tucarî ji hev cuda nabin, ji ber ku têkoşîna
şoreşê û ya medyayê hev temam dikin, nemaze di vê qonaxa nazik û hestiyar a ku
doza gelê Kurd têre derbas dibe de.
Li welatê me yê ku ewqas şer, kuştin, pevçûn, koçkirin û talankirin lê berdewam in de, pêdiviya tekoşînê di hemû warên jiyanê de û lor zimanê demê heye, bêguman medya jî yek jî wî zimanî ye û civakê berve ronahiyê rêdike.
Di riya medyayê re bîrûbawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya li ser bingeha neteweyî roj bi roj di civakê de geştir dibe, û rola wê di parastina wêje, ziman û hemû warên zanînê de jî heye. Herweha pêşxistineke ramyarî di nav civakê de peyda dike, û bi awayekî zindî wêne û nûçeyan   yekser ji temaşevan û xwendevanan re vediguhêze.
  Di vê serdemê de, serdema zanist û têknolojiyayê de, medya kurdî çi TV û radiyo, çi jî rojname û kovar) bûye pirek ji bo her çar beşên Kurdistanê û roleke berçav di hişyarbûn û rewşenbîriya gelê kurd de dilîze, lewra dagîrker û xêrnexwazên Kurdan bi her awayekî dixwazin rê li ber wê bigirin, mûma wê vemrînin, û evîna azadiyê derbasî nifşên nû nekin. Rojnamevanên Kurd nikarin erka xwe bi awayekî azad bi cih bînin, weşanên wan tên qedexekirin û rê li ber azadiya wan tên girtin, û ji bo xebata rojnamegeriya mirovparêz û aştîxwaz kesên wek Şîfa Gerdî, sembola rojnamevanên jin ên neteweyî dibin armanca neyaran û jiyana xwe ji dest didin.
Medya ji bo avakirina aştiyê û yekrêziya gelê Kurd hêviyek e, û xebata bo nûçegihandin û çapemeniya bi zimanê kurdî zor pîroz e, hêviya me ew e ku medyakarên Kurd nûçe, dîmen û nivîsên xwe têxin xizmeta yekîtiya gelê Kurd, û zimanê nakokî û dijberiyê gur nekin, bi erk û ustubariyên xwe rabin, û li saxlemiya civaka xwe xwedî derkevin.
* Desteya serniviser ya rojnameya Rewşen – hejmar 22

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Çiyayên Kurdistanê di biharê de ji nû ve şiyar dibin. Piştî mehên dirêj ên zivistanê, giyayên kûvî li her derê şîn dibin, ku bi sedsalan beşeke girîng a çanda kurdî ne.

Ew ne tenê di çêkirina xwarinê de têne bikaranîn, lê ji ber taybetmendiyên xwe yên dermankirinê jî…

Tengezar Marînî

Ji bo em bikaribin pirsan biafirînin, pêdiviye em hişmendiya xwe têxin bin barê lixwevegeranê.

Vê carê bi felsefa civakî re û yek ji wan profesorên Fîlosof ên jin (Hanah Arendt

Teoriyên felsfa Civakî yên Hannah Arendt

Hannah Arendt (1906-1975) teorîzan û fîlozofeke siyasî ya bibandor…

EBDILBAQȊ ELȊ

Avdareke nȗ ȗ rewșȇn dijwar

Dem dibûre û sal li pey salȇ tȇn, sal nȗ dibin, temenê mirov jî bi xwe re kintir û kevintir dike, lȇ mirov tu carȋ ranaweste, hêvî, omȋd û dilxwazî di dil de her dimînin ȗ her ȗ her nȗjen, zindî û…

Narîn Omer

Bi çavên min te nabînin
bi lêvên min te naxwînin
Di dermafên te şaşyar in
xwe yekcarê dixapînin

Nikarim bê te jîndarbim
tenê rûnim tenê rabim
Tuyî mayîn tu jîna min
ji ber mana te vîndar bim

Li gor dana te bêzar im
li ber pesnên te bêzar im
Ziman û ev qelem jar bûn
li şûna…