Hîviyên bendemaniyê


Nizar Yosif

Havîne
Dibin kol* a bendemanê de
Tav dilopan ji cênîkan dipekîne
Tebax hîviyên lezgîn
Di hundir de dikelîne
Zarok bi siha kawîşeyan* re ditevizin.

Bendewara  malxwê
Ji amadekariya civanê re
Di lorîne
Gewrî ji îskên kesran dixetime
Rondik û îsk janên dûrbînê di nermijînin
Evîn a ku rêncber dişûn de honandî
Bi şox a xwe sîm dike
Kelbûna hestan dipijîne
Dike yê razanê xemil a bûkanî veda
Şev dereng ma !
Xezal a duber *
Bi porte yê rûyê Heyîvê de dikene,,,
Hem bi bîranînan re giryan dike,, 
Stêra sibehê rijiya
Berbangê !
Xewa şirîn lê hizret kir
Zanî bî ku hêza lingan nema wî radigirin
Doşek a dawî darbesta sengerane.
18.11.17
____________________________________________________________
Kol : Kox ( Odeya ji daran di nava rezan de)  
Kawîşe : Çiqilên darên heşîn bipel.
Xezala duber : jina can du zarok heyî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…

Ebdilbaqȋ Elȋ

Sûriya ȋro qonaxeke veguhêz ya hestyar derbas dike; qonaxek ku piştî guhertinên siyasî yên mezin û kûr hatîye sazkirin û rastiyeke nû derxistiye holê ku pêdivî ye deriyȇ guftȗgo ȗ diyalogȇ li ser şêwazȇ dewletê û paşeroja saziyên wê were vekirin, ku di serȋ de Encȗmena Gel tê, ku yek…