Bêjinga keseran!

Ahîn Zozanî

Diyarî rewanê birayê min.

Dayê keleha sewdanê xwe ji ariya dengê min daweşîne.
Bila bîranînên min di şikefta sînga te de mîna aveke zelal ji kendalê dilê te biherikin.

Xweliya kenê min bi ser reşrojên mayî ji temenê min de bibarîne…
Dîsan feleka xayin weke hercar, şahî ji hembêza diya min revand!
Dîsan baraneke reş bi ser gulên buharê de barand…
Li goristana bêkes, di berbanga sala nuh de, li ber kêla berxikê ciwan dengê lorîn û nalîna dayika min baskên şefeqê şikandin.
Rewanên me di neynika rokê de dilerizin!
Ez rewanê bavê xwe mîna ava kewserê bi ser xwe dadikim.
Xwe ji lerzîn û tirsa stema biyaniyê dişom û berê xwe didim çiyayên bêriyê, bi hevdîtina çavbazan diqîrim…
Erê bavo, gemiya jînê di deryayê de windaye…
Li peravê hêminiyê digere, pêlên henasên te wê bal newala mirinê de dikşînin.
Erê berxo, min vê şevê peyala xwe da ber rondikên bîranînên kenê te, ne peyal tuje dibû, ne ez sermest dibûm û ne jî ji vê jiyana sar rizgar dibûm…
Li qehweya Xwe yî tahil vedigeriyam, min bihna êşa te jê dikir.. Di nav daristanên stemê de li kavilkulîlkên sipîbûna rewanê xwe digeriyam, li reşdûvpişkên kevnare rast dihatim!
Min nizanîbû dê marê bêriyê xwe li qirka min bipêçe. Ne min kavilkulîlk bidest xistin û ne ji daristanê vegeriyam, lê bi dara evîna welat ve xaçkirî mam.
Tariya şevê digrî, diazire, ne roniya heyvê dikare wê haş bike û ne awazên stêrkan dikarin wê rawestînin, tenê li ber pistên şeva te di xew re diçe.
De were Berxê mino were… Şahî li hêviya te girêdayî ma.. Lê ko tu hatî pezkoviya zozanan bi xwe re bîne…
Bila Xecê çav lê nekeve, dê Siyamendê dîn di kuncalê de wernebe û kezeba Xecê neperite.
De were Berxê mino were…
Zayîna te di çavê min de jîn dibe…
Li ber kêla serê te sira bayê sibehê, bihna buhiştê li siruşta jiyana min rakir..
Dîsan carake din were û ji kaniya çavên min têr vexwe… Dê hisreta himbêzkirinê ji dilê min derxe…
Pêjna te lêdana dilê min bû, ji dûrbûna te bêçare me di dojeha windakirina te de dijîm…
Ez dizanim, te bêriya min kiriye! Tu li hêviya min î de ka îşev bibe mêvanê xewna min…
Çûna te salan ji temenê min didize û peyalên tahil bi min dide vexwarin…
De were Berxo were, çawa te dikarî bû here û min di tûnelên tariyê bihêle?
Şevderim û rondik li ser dêman digindirin.
Dema zimanê evîna lal geriya, min terqîna hevdîtina te dixwend!
Lavlavka tiliyan xwe li bejina pênûsê pêçand û govenda newroza te gerand… Ey rewan dûr, barana xatirxwestina te zeviye şahiya me binav kir
Dilê min î qeşagirtî li ser sêla bîranînên te dadwerive…
Ey mirina neyar, êdî bese tu agir bi rezê dayika min dixe. De carekê bihêle goşiyê tirî li ber tavka welat ziwa bibe bihêle em bi mewîjên hevdîtinê şa bibin.
Ey feleka neyar ma çavê te li kujtina min e? Te stûna malê anî xwar, gula ber bihnê qurçimand, balgeha bin palê revand.
Balindeya bask jikestî di daristana biyaniyê de dinale.
Ey welatê xwînê ji peyv bihna mirinê ji te nayê.
Her ko bal te de dibezim tu darbestekê li ber min radixe.
Ka ew sala kevoka min bi firê bikeve da ez vî canî bi êzingên agirê cejna tekim welato!
Dema hefsarê dil ji dest diflite êdî kî dikare wî ji nûv de bigre.
Dilê reben çol û çol dibeze li siya xwe ditrpile.
Ey mirovên gawir, zindana we nikare rewanekî azad û dilekî evîndar sêdar bike.
Ey rewanê gerok de raweste, ma tu newestiya, ne tu dikarî bigihê wan û ne ew vedgerin…
Ey Xwedayê dilovan, pêlên deryayê har dibin bilind dibin û li bar lingên te xûz dibin, nimêja mirina xwe dikin.
Dema gul diçilmise, êdî wate ji buharê re namîne.
Erê birako Mîr Celadet digot “Bilûra min a şîrîn tu di sariya sibehê û hingûra êvarê de hevalê bêhevalan, destbirayê şivan û dilketiyan î. Dengê te hêstirên dilên xemgîran, silava ji hev-veqetiyan, girîn û zarîna dilketiyan tîne bîra min”.

Ahîn Zozanî
05.07.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…