Kurê Min, Sîpan!


Konê Reş

Kurê min!
Şevên westyayî
Di nav mijgolên çavê min de
Radizên..
Xewn û xeyal
Li ber dergehên feqîr û hejaran
Radiwestin..
Em tev rastiyê nas dikin
Lê rastî kor kirine,
Nema kesî nas dike..

*          *          *
Sîpanê min!
Tu gunehkarî,
Ji ber ku te nizanîbû xwe
Xûzkiriba..?!
Bavê te gunehkare,
Ji ber ku dergehên mala wî
Bilindin..?!
Berê min ji xwe dipirsî;
Çima gul,
Hilm û bîna xwe li ber ba berdidî?!
Û ba, nihênî û veşartokan belav dike
Ta ku min naskir;
Nihênî û veşartokên şêrîn û bêdeng
Xêr in û vajî wan şer in.
*          *          *
Kurê min! Sebir û saman
Bi dûv hev de
Li ber dergehê bavê te
Disiksikin..
Selefê siwarên Beriya Mêrdînê
Li aso mêze dikin
Û di ponijin..
Hin ji kêfa bêdeng in
Hin ji neçarî bêdeng û pêjin in..
Ji ber ku dar û ço ji bilindahiya serê wan
Bilindtire.
*          *          *
Kurê min! Vexwe
Ava deryayê xelas nabe
Bela sibe bimiçiqe..
Sikak û kolan di taxan de
Biwestin..
Şev ji ber şevbuhêrkan
Di nav destan de
Nebedî bibin..
Hezkirna min bo te xelas nabe
Dûrbûn û penaberiya te
Hezkirnê gur dikin..
Tû zanî çima?
Ji ber ku hez xwe dikim.
*          *          *
Kurê min!
Min nizanîbû çima,
Dema ez pêl lata hişk dikim
Dibe qîrîn û hawara wê..
Dema diziya darên gwîza dikim
Min naqewirîn e!
Erê.. Min kul, xem û hisret
Ji dayika xwe wergirtine..
Û ji te re wek wefadarî
pêşkêş dikim..
Bela dîwarên vê şevê ji dor min
Belawela bibin..
Qeyd, bend û lel bi dûr kevin..
Min, pencereyên şevê
Neşkenandine..
Sira ronahiyê nedizî ye..
Lê sed mixabin
Çendî li şadiyê geriyam,
Min xwe winda kir..!
*          *          *
Sîpanê min!
Na.. Na narawestim..
Her ezê li ronahiyê bigerim..
Ezê tabî û çeperan
Ji find, mûm û çirayan re
Bikolim..
Kevirên heste û darikên çixatan
Ji Beriya Mêrdînê bidizim..
Ronahî ez im û ez deng im.
Çîrok bi min destpêdike û
Bi min bi dawî dibe.
Bela dergeh vekirî bin kurê min,
Her wê rojekê ronahî
Derbasî mala me bibe.
Erê ronahî..

Qamişlo, Şeva 20.10.2010

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…