Helbest u pexşan

LORÎN

 
B.heval

Lorîn çima te barkirî             dilê me teva sarkirî
Rojek hatî ji rojê dinê            nebê li ser mamosta tenê
Ji şam , helb û edenê              ta amed , hewlêr û senê

Oropa , parîs û berlînê          London ,cinêv û mardînê
Dost û heval ketin şînê           birûsk hatin vekin bînê
Nivîsandin şûn û xemê           xwendevana li vê demê
barkir bi lez ji herêmê            pişta xweda çerx û demê
Lorîn çima te barkirî             dilê me teva sarkirî
Rojek hatî ji rojê dinê            nebê li ser maomsta tenê
Name êmêl li hev ketin           têl û brosk her derketin
Bav û dayik ber veketin         rojên şûnê pir zehmetin
Sed mixabin bê derfetin         derfet nema bi rimetin
Ev qedera ko revandin           koça dawî ji me sitandin
Bi çi mafî ji mere bêjin           li dil pirbun xem û êşin
Lê em çi bikin çi bi bêjin        şopek tune em bi  ghêjin
Ger xwe bigrin bigvêşin         birîn kûre çiqas bêjin
Lorîn çima te barkirî             dilê me teva sarkirî
Rojek hatî ji rojê dinê            nebê li ser maomsta tenê
Veke çavan biner li mal         tev civyane bê kêf û hal
Kesek nîne bike gal gal          gav û s,et bûne dem sal
Roj reş dib û li çav û bal        her mixabin nîne mecal
Pîroz be reng û celal               nevê te bû keça delal
——
serinc
Ez doza lêburînê dikem  ji her xwendevan û helbestvanên
Kurd ku şaşitîn hebin  ji ber  ez ne helbestvanim lê min duxwest
Ez hestê xwe bînim  ziman di derbarî koça dawî de ya bê mirada me
lorîn

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…