Maruf YILMAZ
“Bîra Qederê” romana Mehmed Uzunî a çaremîn e. Wî bi romana “Bîra Qederê” hêjayiyeke nûh li edebiyatê zêde kir û kurd kirine hevparê edebiyata cîhanê. Romana “Bîra Qederê” ji aliyê Weşanên Avestayê ve li Stambûlê hatiye weşandin. Tê de şanzdeh fotograf dipeyvin û bi temamiya xwe 260 rûpel e.
Di Bîra Qederê, de, tiştekî bala min dikişîne, warê teknik û raxistina temaya romanê ye. Lewre ji xala giring, ku romanê ji romana klasîk û kurteçîrokê cihê dike, kûrahî, berfirehbûn û teknîk e. Ev yek di ” Bîra Qederê de xurt e. Bi gotineke din, “Bîra Qederê” bi form û teknîka xwe ve, di nav romanan de radeyeke nûh e.

Firat Ceweri, Hesenê Metê, Mahmûd Baksî, Naci Kutlay û çend kesên din jî romanên kurdî nivîsîn, lê romanên wan deverî û herêmî ne. Gava em programa ”TV şeş-ê” ya bi navê ”Em û Dem” temaşe dikin, hingê girîngîya Mehmed Uzunî tê bîra me. Em dibînin ku di wê programê de valahîyeke edebîyatê heye. Bi çi hawayî û bi çi rengî dibe, bila bibe, em dikarin bibêjin; Mehmed Uzun hem hîmdarê romana kurdî ya li bakûrê Kurdistanê û hem jî hevalbendê Tolstoj, Dîcken, Balzac, Goethe, Joyce û Hemîngwayî ye. Ew nivîskarekî dogmatîk nî ne; ez wî wek nivîskarê kurd û navneteweyî dibînim. Ew nivîskarekî kosmopolîtîk e. Mehmed Uzun hay ji edebiyata cîhanê heye. Ji lewre ez bi hêsanî dibêjim; Uzun Joyceyê Kurd e. Orhan Pamuk û Yaşar Kemal ji bo edebiyata tirkî girîng in. Gava ku em qala edebîyata farisî dikin, hingê navê Mehmûd Deletabadî tê bîra me. Em dibinin ku faris jê re xwedî dertên, ji ber ku ev nav edebîyata farisî bi xwe ye. Necîb Mehfûz mohra xwe li edebiyata erebî xistîye û ji lewre ew edebîyata erebî bi xwe ye. Strinberg ji bo swêdî çi be, Mehmed Uzun dê ji bo kurdan ew be. Mehmed Uzun edebîyata kurdî bi xwe ye. Ew ji edebîyata kurdî û ji ya navneteweyî re girîng e. Mehmed Uzun xwedîyê kultureke bilind û ji me kurdan re cihê kêfxweşîyê ye. Em pê serbilind in. Dema ku Mehmed Uzun li jîyanê bû, hinek kesên çavnebar û hesûd êrîşên gran birin ser wî, lê peyvên wan bêtesîr man. Gava ku em nivîsên Mûrad Ciwan û Kemal Burkay ên li dijî Mehmed Uzunî nivîsîne dixwînin, em dibînin ku ew herdu îdeolojî difikirin.
“Bîra Qederê” romaneke Rewşenbîrî ye. Romana rewşerbîrî (ronakbirî) û romana pêşketinê (peşdeçûn, pêşdebirin) di naverokên xwe de nêzikî hev in. Romana pêşketinê xwedîyê strukturekê weke romana rewşenbîrîyê ye (Niels Lyhne-Jens Peter J. 1880, di Derbareya Olof de Roman –Eyvind Johnsson 1934). Lê nivîskarê /a romana pêşketinê li ser sedem (ho, sebeb) û hîkarî û encama romanê bi hawayekî effektiv radiweste. Bîra Qederê romaneke rewşenbîrî ye. Ji ber ku Celadet Bedirxan di destpêka vê romanê de mirovekî ne têgihîştî û temambûyî (amade) ye, ji lewre jî, ew wekî dahata (afirandin, berhem) mîrat (mîras) û jîngehê (hawîrdor) rola xwe dileyîze. Romana rewşenbîrî herdem bi bextewarî û serkeftinê diqede (Goethes Wilhelm Meisters Lehrjahre (1975), Charles Dickens David Coppfield (1849), Gottfried Kellerss Der Grune Heinrick 1854), Thomas Lessing “Zarokén bi zoré” (1952), Lars David Bäckström (1976). Di piranîya van romanan de însan esas e. Ev tişt ji bo Bîra Qederê jî derbas dibe. Di romana Bîra Qederê de însan nemire. Bîra Qederê nemirina Celadet Berdir-Xan û kar û xebatên wî…
Mehmed Uzun di vê romanê de du zimanan bikartîne; zimanekî rewşenbîrî ū zimanekî xelqê. Her du ziman jî herikbar, zelal ū xweş in, weke çemên Dijlê ū Firatê diherikin, nahêlin yek xwe bispêre ferhengan. Di warê honandinê de, bilind e, di warê bihevxistina hevokan de, bilind e. Ji ber vê yekê, ez dibêjim “Bîra Qederê”radeyeke nūh e, berhemeke nūjen e, forma wê ya wêjeyî bilind e ū bi zimanê xwe ve dewlemend e. Heger em gotinê bihînin ser hizir ū temaya vê romanê, em tiştekî nūh, kūr ū fireh dibînin, rewşa ronakbîrên kurd ên berê, bi rengekî berfireh ū piralî hatine honandin ū xemilandin. Kultura kevnar û hawayê jîyanê li Mezopotamiya, herêmên cuda yên Kurdistanê û sirgûnê mîna rêzefîlmekê bi bîr tîne. Em bi vê romanê, civat û dîroka xwe, derd û êşên rewşenbîrên kurd ên berê û tekoşîna wan ji bo bidestxistina mafê çarenûsî hîn dibin û alîyên din ve, jîyan û kesayetiyên kurd di Bîra Qederê de tê dîtin.
Li gorî min sê hindavên “Bîra Qederê” yên giring hene, ew ji ev in:
1. Naverok (kamerçaviya bûyeran ku li derûdora Celadetî digerin)-
2. Rastîn (rastego, bûyerên rastîn ên ku mirov pê matmayî dimine).
3. Teknîka teknîka sembol û axaftina fotowêneyan.
Remezan Alan wisan nivîsîye: “Metafora romanê bîr e. Ew bîr dê çarenûsa wî biwesfîne û paşê jî bibe çarenûsa wî. Bi Celadet re bîr dijî.” Roman jidayikbûna Celadet Bedirxan û nasandina Bedirxaniyan dest pê dike. Celadet mirî ji dayika xwe, Samîha Xanîmê dibe. Hemingway jî di romana xwe de lehengê wî yê navê Frederick bi Catherîna Barkley re dizewece. Gava Catherîne diwelide zaroka wê ye. Bi rastî jî Celadet wekî mirî ji diya xwe dibe. Lawê Alî Emîn Bedirxan ji jina wî tê dinyayê, lê paşê sax dibe. Av germ dibe. Gelo kî dê zarokî bişoş û dê li kuderê were defkirin? Mêvan û giregirên wekî Bedrî Paşa, Melek Xanim li mala Alî Emîn Bedirxan amade ne. Bi carekê dengê zarokekî tê. Dengekî zirav. Dibêje:” mama”, mia, “mama” “mia”. Celadet sax dibe û hemû matmayî dimîne. Di hemû zimanên cîhanê de peyva zarokên ji dayîknûbûnê ya pêşîn “mama”(mia, ma) ye. Ji ber vê yekê, di Bîra Qederê de mirov û hebûna wî esas e. Çimkî romana Bîra Qederê tevî bergehên cuda, li ser însan ava bûye. Di qonaxa Bedrî Paşa de ji 40 giregireran zêdetir hene. Ew Bedirxanî ne. Çend malên wan ên din jî hene. Hemû li rohelatê Stambûlê dijîn. Ew li Anatolî, Kadikoy, Mada, Cevîzlîk, Bostancî. Mado, Fenerbahçe, Mûhûrdar û Kiziltoprakê dijîn.
Nivîskar du kamera bikartîne; yek kameraya Celadet bi xwe, ew bi xwe romanê dinivîsîne. Celadet ji hundir ve kamera digire. Ew bixwe diaxife, Kameraya din, a nivîskarî bixwe ye. Ev teknîk romanê bixwîn û bigoşt dike. Monolojîya hundirî û ya derve hevûdu temam dikin. Ji vê yekê jî, bîyografî û otobiyorafiya Celadetî rengekî xweş dide romanê. Mehmed Uzunî biyografî û otobiyorafiya Celadet, malbata wî û giregiran bi qayide û usilên edebî yên xweser û navneteweyî nivîsîye. Di Bîra Qederê de dîrok û kronolojî heye. Yanî nivîskarî romana tarîkî, bibliyografî, û otobiyorafiya Bedirxaniyan nenivîsîye, lê ew têde hene. Wî romana”rewşenbîrî” nivîsîye. Lê herçendî li ser rewşenbîrê Kurd Celadet Bedirxan nivîsîbe jî, Bîra Qederê romaneke neteweyî û navneteweyî û dikeve nav genrê rewçenbîrîyê.
Serê çend salan e ku nivîskarên Kurd li ser romana kurdî dîtinên xwe yên bedbîn dîyar dikin. Ji aliyekî ve, ew li ser tunebûn û hebûna romana kurdî dîtinên xwe dibêjin û ji aliyê din ve jî, li ser naverok û temaya romanên heyî rexneyên pûş û vala jî dinivîsînin. Mehemed Uzunî bi eşq û evîneke mezin romana “BÎRA QEDERÊ” nivîsî; ji xwe eşq û evîna mezin nebe, romana kurdî nedihat nivîsîn. “Bîra Qederê” romaneke mezin e. Çima? Ji ber ku hezkirina Uzunî ji bo Celadetî û welatê wî hezkirineke rast û durist e, xapandin tê de tune ye. Hezkirina wî ji bo Celadetî çendî mezin be; romana wî jî ew ewqas mezin e, ew bi çavên Celadetî li civata Kurd dinêhêre û wê ber bi ronahiyê ve dibe. Beriya ku ez vê romanê bixwînim, min çar roman li dû xwendin, yek jê “Îvanhoe”, a Sir Walter Scott, a diduyan, “Ana Karanîna” a Tolstoj, a sêhemîn “Odysseus” a Joyce, ya çaremîn” Birayên Karamasov a Dostojevskij bû. Tam û lezeta van romanan di bin zimanê min de bû, min dest bi xwendina romana”Bîra Qederê kir”, min ew bi eşq û ji dil xwend, kêfa min lê zêde bû, pirtûkê ez birim nav cîhana xwe ya mirovane; min dawî lê hanî, lê dîsan ez lê vegeriyam, min ew xwend û xwend, ez ketim nav cîhaneke xweş, di nava wê cîhanê de gul û sosinên rengîn û serpêhatiyên jibîrvebûnê…
Bîra Qederê romaneke rewşenbirî, stîlhuner û realîst e. Nivîskar, wekî romana Goethe ya bi navê “Wilhelm Meister” stîlhunereke nû, demekê diarîne. Yanî romana Goethe di sala 1795-96 de li gorî dema xwe nivîsî û Bîra Qederê jî li dema 1900-50yî, wekî çavê kamerayekekê kesitî Bedirxanîyan dikişîne. Ev roman li gorî ”Siya Evînê”, têkiliya leheng û hawîrdorê dîroktir, naveroktir û hundirpsîkolojîktir e. Lehengê serleheng Celadet Bedirxan, yê din jî nivîskar bixwe ye.
Di romanê de, gava qala eşqa Canan û Celadet dibe, peyv û gotinên folklorî; nîveroktîk in, tam û lezeta folklora kurdî kêm jê dihê. Ev tişt li kalîteya romanê hîkarî nake, lê ji aliyên erotîka folklorî ya rewşenbîrîyê ve jî roman bi goşt û xwîn e. Mehmed Uzunî bi zanebûn gotinên mîr û began bi kar hanîye; peyvên folklorî yên mîna memikên yarê, baxçê gulan, sebra dilê min, ez dê xaniyekî ji sebra mala xwe re çêbikim û wê tê de mezin bikim, ji bo xatirê çavên reş û belek, ez dê bi konê bavê te re bar bikim, delala mala bavê min, fistanekê ji yên tenekî, melesî, şewq û şemala xwe daye bejn û bala Celadetî, xal û xetê memikan, çavên reş û belek, sing û berê yarê, bejna Mîrê min zirav e, gula li beyara, şewq û şemalê daye qesr û qisûrê Botan…, bila qerara Xwedê li can û cesedê Celadetî…, de evdal im, dilê min dilek giyan e, şewq û şemalê didayê bejn û bala Celadetî…, nexwestiye ku bi kar bîne. Ji ber ku li ba mîr û began gotinên sivik şûna xwe didin gotinên giran; bejna Cananê zirav û dirêj e ango porreş û dirêj e. Mîr û beg giran in û gotinên giran bi kar dihînin. Lehengên Uzunî di îdentîteya neteweyî de cih digirin, nimûne:
Baz, Kalo, Serdar, Memduh Selîm Beg, Mîr Celadet Bedirxan, Evdalê Zeynîkê û Baz… hemû tîpên kurdî ne. Çima?
Hemû xwedîyê bejnên zirav û laşdirêj in û bejin û bala wan bi pêkûpêk e, xweşlihevhatî ne, çavreş û enîfireh in (57). Lê, Baz xwe wekî tirkekî dîbîne. Baz serhişk, serîgerm, awir û nêrîneke xurt û tûj, çavên wî piçûk mîna du libên nokê ne. Awir û nêrînên Mehdum Selîm, Celadet, Evdalê Zeynîkê û lehengên rewşenbîr ên wekî van nerm in. Kevok stûdirêj, tilîdirêj, bejindirêj e. Ew çavreş û porreş e. BÎra qederê, Cananê û Samîha Xanim porzer û bejindirêj in û çavên wan hinguvî ne. Yanî ne çavreş in. Cananê, jina Celadet mîna stûneke lihevhatî û delal, wekî Arrodîteke xweşik û delal.
Digel vê yekê jî, romaneke rewşenbîrîyê ye. Ev tist ji bo Siya Evînê jî derbas dibe.
Nivîskarê “Bîra Qederê” mîna kameravan û wênekêşekî piralî ku berê xwe dide kok û bingeha bûyeran lê dikule da ku tariyê ronahî bike û berê civatê bide xwendinê…
Ji serî ta dawiyê ” Bîra Qederê” jiyan û berxwedaneke Celadet û malbata wî li ber çavan radixe. Uzun ji bo Celadet gotinên nemiriya mirov û mirovahiyê bi kartîne. Faulkner jî di romaneke xwe de dibêje: ” Mirov ne mir e”. Mehmed Uzun jî qala jiyan û berxwedana Bedirxaniyan û nemiriya mirov û mirovahiyê dike. Ji nav vê jiyan û berxwedana kurdane, bala min bi tund çû ser weşandina kovara Hawarê û bela-welakirina malbata Bedirxaniyan. Ji aliyê din ve, rewşa kurdan a civakî û perwerdegariyê bibe êş û dikeve nav xwîn û hestiyên Celadetî.
“Bîra Qederê” bersiva van pirsan dide:
1. Celadet Alî Bedirxan û malmata wî kî bûn?
2. Piştî mirina Celadetî, kar û xebatên wî jî mirin an na?
3. Hawar û Ronahî ku bi hezar dijwariyan derdixistin, dê di nav rûpelên dîrokê de birizin, biçin; dê dîrok her tiştî înkar bike?
Serlehengê “Bîra Qederê” Celadet Alî Bedirxan e. Malbata wî di dîroka Kurdistanê de roleke sereke leyîstiye, heger mirov vê yekê nizanibe, mirov nikare dîroka Kurdistanê baş hîn bibe. Bapîrê Celadetî Mîr Bedirxan Paşa, di destpêka 1840î de li dijî Osmaniyan serî hilda. Lê serhildan bisernakeve, têk diçe, Mîrê herî mezin yê Cizîra Botan hat jicîhrakirinê(sûrgûnkirinê). Jibêçarebûnê berê xwe da Sûriyê, li Şamê bi cîh bû. Di sala 1868an de Mîr Bedrxan, ji welatê xwe dûr li Şamê çû ser dilovaniya xwe. Celadet di sala 1893an de li Stambûlê ji dayîkê bûye. Ew kurê Emîn Alî Bedirxan bû ku(1851-1926), tevî birayê xwe Mîthed, li dijî Osmaniyan serî rakir( 1889). Piştî têkçûna serhildanê reviyan berê xwe xeribiyê. Bi hatina Komara Tirkiyê ve, rewşa kurdan xirabtir dibe, Xelîl Ramî ji Tirkiyê hate dûrxistin. Mîr Celadet Bedirxan ji malbateke wisan dihat. Ew û birayê xwe Kamuran, di sala 1922an de çûn Almanyayê û li wir bi cîh bûn; dest bi zaningeha bilind kirin. Celadetî xwest ku vegere welatê xwe, lê dewleta Tirk rê li ber wî û malbata wî girt, berê xwe dan Misirê, ji wê derê jî çû Sûriyê; li Şamê bi cîh bû. Dîsan 1932an de dest bi weşandina “HAWARê” kir. Wekî dihê zanîn, Hawar di nav kovarên kurd de cîheke taybetî û girîng digire. Di warê weşanê de Hawar berhema Celadetî ya herî giranbiha û hêja ye. Bi Bîrûbaweriyên min, Hawar kovara herî jîndan û bikêr ku piştî damezrandina Komara Tirkiyê, ji aliyê Celadetî, tevî bira û hevalên xwe, Qedrî Can, Osman Sebrî, Cemilpaşa, Rewşen Bedirxan û hwd ve. diweşandin. “Bîra Qederê” bi taybetî li ser van kar û xebatên Celadetî radiweste û wan bi hostayî dramatîze dike.
“Celadet Beg dizane ku êdî dereng e, yan na, di esasê xwe de, wî romanekê diviya. Romaneke nûh ku wext, dewr, dewran û kesên mirî û çûyî bigihanda hev, ecêbiya hatin û çûyînê, jiyîn û mirinê vebigota.”
Bîra Qederê”, ew bi xwe kameraya dema Bedirxaniyan e, ku hemû rengên jiyana wan, di nav xwe de civandiye, yanê ew jiyan bi xwe e, dikare hêstirên di çavên sêwiyan de bide bişirandin û kenê şêrîn.
Nifşên nûh bi ronahî û şopên Celadetî, bi evîn û tekoşîna wî, agirê azadî û serxwebûnê, di qonaxeke nûh û nûjen de didin domandin, dibêje Bîra Qederê.
Piştî mirina Celadet êdî fotograf û tabloyên dîrokî dipeyvin. Fotograf bi xwe vejandina miriyan e, yanê vegera miriyan e; nemiriya mirov û mirovahiyê… Yên ku tabloyên dîrokî dide peyvandin nivîskar bi xwe. Ew lehengê romanê yê derve û Celadet serlehengê romanê yê hundirî ye. Lehengê derve û yê hundirîn hevudu temam dikin. Yanê nivîskar bixwe kamera ye, ew Celadet rewşenbîr, giregir, weşankar, hîmdarê rêzimanê kurdî dibîne. Di romanê de pêşniyara nivîsîna romanê, ji aliyê Rewsen Xanim dihê pêşkêşkirin ji lewra jî nivîskar dest bi biyografiya Celadetî dike. Niviskar ji bûyina wî destpêdike- heta mirina wî.
Di wî warê de wisan hatiye nivîsîn;” Jiyana sirgûnê ya Emîn Alî Beg û mala wî, piştî rêwîtiyeke dijwar, di kêleka bajarê Akkayê de dest pê kir. Bedirxanî her yek bi derekê de hatin şandin. Keştiyan ew, mîna pêlên payizê ku yek bi yek ji darê diweşin, li dever û bajarên nenas peya kirin; Evdilrezak Beg Alî Şamîl Paşa, Osman Paşa, Mithed, Hesen, Xelîl Beg li Trablusgarbê hatin peya kirin û zîndankirin. Yên din jî li Rodos, Nabblus, Şam , Akka, Yemen, Tayifê û hin bajarên din hatin belavkirin”.
” Bîra Qederê”, romana Mehmed Uzunî, vegera miriyan, dengê wê demê ye. Kurd dibêjin”Ga dimire çerm dimîne, mêr dimire nav dimîne”. Mirov tê de hemû aliyên jiyanê, rojên sirgûnê, li welatê xeribî û biyanistanê, Xoybûn û hêviyên rewşenbîrên kurd ên wê demê dibîne. Li milê din, bêbext û zilma Osmanî û Mistafa Kemal jî di nav beşên “Bîra Qederê de xuya dikin. Di nav rûpelên Bîra Qederê de em bûyerên mezin dibînin, ên ku romannivîs in, dikarin bibêjin, ev e romana giran û bilind a ku mêjiyê mirov diçeliqîne û nêrînên xwe dike nav xwîn û hestiyên xwendevanan, bi serê xwe şoreşa romana Kurdî ye. “Emîn Alî…Welê dixuye, kalitî êdî zora min dibe, bi ken, ji civatê re dibêje. Em çawan bikin, halê dinyayê ye… Lê tirsa min ew tirs e ku ez nikaribim herim welatê bav û kala
… û ez serbest û azadiya axa bav û kalan nebînim…çavvekirî, bi vê hesreta kambax, herim diyarê rehmetê… Civat li ber van gotinan dikeve, ji kesî deng dernakeve. Ew, bêdeng, li hev dinêhêrin. Haya wan ji zehmetî û azoziyên li ber kurdan heye. Kurd ne dewlet in, nebûne dewlet û tu dewlet jî, bi dil û can, xwe nade ber doza kurdan.”
Dîsan em dibînin ku tenê navên dewlet û bajarên biyanistanê; Munixê(bajarê Almanyayê), Stambûl, Rodos, Nabblus, Akka, Yemen, Tayif, Şam, Misirê derbas dibin, lê ne bajarên Kurdistanê, yanê ew li sirgûnê dijiyan).
Em bi temamî li ser naveroka vê romanê rabiwestin, baş bihizirin, em dê bihêne ser vê hizirê, ku berhema “Bîra Qederê” bi naveroka xwe ve kom dibin ser van xalan:
1) Serhildanên Bedirxaniyan, 1840, 1878, 1889… sirgûna Emîn Alî Beg, Evdilzazak Beg, Mîthed, Hesen, Xelîl, Alî Şamîl Paşa û yên din li Trablusgarê hatin peya kirin û zindankirin û yên din li bajar û deverên nenas peya kirin.
2) Celadet û Kamuran li ser şopa malbata xwe dest bi xebatên neteweyî û edebî dikin (Hawar Ronahî, Alfabeya Latînî). Di romanê de Însan esas e;
3) Destpêka sedsalê, seraya Osmaniyan, Stambûla kevn, pira Galatayê, Kadiköyê; çandên pircûre…
4) Xoybûn, kar û xebatên siyasî (rêberên nûh ên partiya Xoybûnê: rêxestin û rêberên wê…
5)Dek û dolab, nakokî bi dewleta tirk re, efûya giştî ya Mistafa Kemal, ji bo ku quweta li dijî dewletên derveyî kom bike, piştî serketinê, zimanê kurdî qedexe dibe.
6) Piştî Şerê cîhanê yê yekemîn ku împaratoriya Osmanî hilweşî û li ciyê wê komara Tirkiyê saz bû, rewşa Kurdan hîn bêhtir xerab bû. Kurdan dijî zilma hukumeta Ankarayê di salên 1925-1927-28an de sê serhildanên mezin nîşan dan, lê ew jî, ên din jî hemû hatin pelixandin;
7) Herdu şerên cîhanê yên yekemîn û duhemîn û rewşa kurdan a nûh.
8) Evînî; eşqa Celadet û Cananê.
Çend bilehengên jin:
Samîha Xanimê, jina Alî Emîn Bedirxan e. Canan, jina Celadet e. Rûşem Xanim, diya Bedrî û Emîn Alî Bedirxan e. Dîsan, di romanê de Melek heye, ew xwişka Alî Emîn Bedirxan e. Bileheng pir in.
Tendens û şop (genre)
Bîra Qederê, romana fotograf û wêneyan e. Nivîskar ji hemû cure û tewirên ku layîqîn sûd wergirtiye, lê li gorî uslûbûm û hawayê xwe nivîsîye. Herçendî weke romaneke neteweyî û mintîqayî (belgesel) bête xuyan kirin jî, ne romaneke wisan e. Nivîskarî rasyonelîzm bi irrasyonalîzmê ve girêdide. Mehmed Uzun teknîkeke cuda bikartîne û xwendevan û rexnegiran dida fikirandin. Nivîskar, di vê romana xwe de bi fotograf û wêneyan bikartîne û bi wan jî romaneke nûh diafirîne. Fotograf wekî Celadet Bedirxan û giregirên din diaxifin. Bi karhanîna vê teknîkê ve, hawayekî nûh di cîhanan romanan hat dîtin.
Têbinî:
Beşeke vê nivîsê di Kovara NUDEM, sal 1997an de hate weşandin. Yanî ev nivîs di hejmara 21ê ya NÛDEM –ê de hate weşandin.
Nivîsareke min li ser romana” Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê” jî di Kovar WAR, hejmar 5-6an de hate weşandin. Gelek kovar nivîsa min ya ku Kovara WAR de hat weşandin kopîyakirin û bi ser navê xwe weşandin.
KOPÎYAKIRIN Û JIBERGIRTIN QEDEXE YE.
0204-2010
Stockholm