Serxweshiya min hîn dom dike

Dr. Heznî Haco

Ji sheva bûrî ve ta niha ez serxwesh im, bê ku gulpek alkohol vexwim. Encamên hilbijartinan li bakurê welêt ez serxwesh kirim. Tu werî rastiyê min dizanî ku kurd dê hijmara parlementên xwe zêdetir bikin, lê min payin nedikir ku dê bi vê serkeftina hêja be. Ji salên 60an, 70ê û 80êyan de tê bîra min ku kurdan li ser navê xwe parlementek tenê jî negihandin parlementoya tirk.
Kurdên ku dibûn parlementer gih li ser navê CHPe, Dogru yol, Refah û – vê sosretê – MHPe jî bûn. Van salên dawî bi navê Saadet û dawiya dawî yê AKPe dibûn parlementer. Rast e ku vê carê jî bi navên serbixwe ya eniya ked, ashtî û demokrasiyê daketin, lê dost û dijmin jî dizanin ku BDPe li pisht wan bû. 
Dê hinek bibêjin ma ev encam me têr dikin? Rast dibêjin, lê bînin bîra xwe! Chend muxtar li gundan, sharedarî bi serokên xwe ve li bajar û bajarokên bakurê kurdistan li ser navê rêxistinên xwe biser diketin? Berî 1990î 2-3 gund û bajarok bûn. Bûn 7-8, bûn 30-35, bûn 40-50 û di 29ê adara 2009an de bûn 99.
Sê char sedeman serxweshiya min dirêjtir kir. 
1- rêjeya jinan a bilind ku dê kêleka xwe bidin Jan Darka kurdan; Leyla Zana. Xweda wan bihêle, tev Leyla ne.
2- Hilbijartina birêz Erol Dora yê xachperist. Ev cara yekemîn di dîroka nû ya tirkiyê de ku yekî nemisilman dikeve vê parlementoyê. Ew jî bi saya serê bîrdoziya nûjen ya ku tevgera azadîxwaz gelê me pê perwerde kir.
3- Daketina birêz Altan Tan di lîsteyê de. Ez bextewer im ku min ev mirov ji demek ne dûr ve naskir. Di hevdîtina pêshî de min hêvî kir ku ew rojekê berî ya din bikeve nav refê tevgera azadîxwaz. Min ji xwe re got: Mirovek hewqas xwînshîrîn, jîr û têgihishtî guneh e ku nekeve govenda ku kurdên bakur lidar xistine. Ez bê indaz sha bûm dema min ew di kêleka birêz Ehmed Turk, Leyla Zana û Eysal Tugluk de dît û pishtî demekê bihîst ku ew jî dibe yek ji nemzetên Amedê yên eniyê. Mirov di civatên wî de ji axiftinên wî têr nabe. Ew her dem heval û hevpîsheyê min î hêja, xwedajêxwesh, Dr. Qasim Miqdad tîne bîra min. Dîndar e lê min rojekê nedît ku bikeve nav gengesheyên olî, berevajî hinek ji melayên me yên kêmzanîn, ên ku heger mirov oldar be jî, mirov ji olê dûr dixin. 
4- Hilbijartina birêz Sherefedîn Elchî. Hijmarek ne kêm ji hevalên wî bi xwe sosretmayî man ku cemawerê vê tevgera azadîxwaz hewqas dengan bidin wî. Berî hilbijartinan bi du hefteyan ez li Amedê bûm. Ez pishtrast bûm ku ew jî dê biserkeve. Min ev yek ji haval û xizmên xwe re – yên ku alîgerên wî bûn – digot. Berî derketina xwe ji Amedê, min serek li birêz Elchî da. Min lê anî der ku tu goman jê re nîn in ku dê were hilbijartin. Di nav axiftinên xwe de ji min re got ku bakurê welêt sipasdarê cemawerê bashûrê rojava ye, ne tenê niha, berê jî.
Kanalên TVêyên bashûr bi zindî li ser pêshbîniya gelê xwe ji hilbiartinan re pirs dikirin. Hema bibêje tevan digot ku serketina kurdên bakur, serketina hemu parchên Kurdistan e.
Hêviya min ew e ku gelê me û rêxistinên wî yên li bashûr-rojava vê nêzîkbûn û lihevbanîna xwe ya niha berdewam bikin da sûd ji rewsha îro derxin û xwe di demek kurt de bigihînin destkeftiyên bakur û bashûr. Em, ne ji aliyê têgihishtin, ne jî ji aliyê neteweperistiya xwe ve ji wan ne kêmtir in. Kêmasiya me ya berî niha ji tert û belavkirin û kêmrêxistinkirina me ye. 
 
 
Sandviken, 13.06.11
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…