Birîna dil û Pênivîsa ronak

Ezîz Xemcivîn

Di xwendina helbestê de û bi taybetî a nûjen tiştê bala min dikêşîne, jixweberiya nivîsandina helbestê ye. Ji min re tekez dike eger ew helbestvan (jin an mêr) çêkirî  an neçêkirî ye, anko ew helbestvan ji bo nav û dengiyê dinivîsîne an jî bi rastî helbestvan e û ji hinavên wî/ê ew afrênerî derdikeve!

Helbest wek tête zanîn ew derbirrîna hestên mirov e, kelecana helbestvan e, li ser rûpelan êş, derd û şahiya nivîskaran e.
Di gelek ezmûneyan de, helbestvan dikare kêlîkê ji dem û çax û cih bibe… Dikare rengîniya buhara ramanê li ser rûpelan raxîne, dikare şahî û xeman bi awayeke bêhempa bi xwendevan bide nas kirin.
Birîn… Navê dîwana helbestvana Kurd Semra Çelebî ye…
Semra Çelebî di nivîsandina helbestê de rastiya hestên xwe ji xwendevanan re deraniye. Dema mirov di hevokên wê de dirame, yekser hest dibe ko ew birîna xwe derdixe, derdê dil û jiyana xwe derbirrîn dike. 
“Di şeva tarî de,
axîna kûlên min li ber welidandinê ye”
Gelo axîna li ber zanê wê çi bide, wê pel bi pel janên dil di qorziyên ramanan de serê xwe hildin û ji bo peritandina kêlîkan bila nûzenûza xwe bidawî nekin.
“Li ber bayê zeman
Pelekî hişk im êdî
Temenê min di awirê zarokatiya min de
Kenê min di hembêza diya min de ma”
Ew kenê ko ji himêza dayikekê hez dike, xwe ji germa wê sînga dilovan naberde, hem jî ken bi helbestvana me re (wek ko ew dibêje) mezin nebûye! Ji vê yekê dibêje: “Neçar diweşim ji guliyên ciwaniya xwe” di wteya giştî de û bi rastiya fîzîkî jî eger peleke hişk li ber bayê zeman biçe, bêguman ew ji guliyên ciwaniya jînê weşiyaye. Di vir de tekûzbûna wateyî û nimûneyên derbirrînê tekez dikim.
Nikarim bibêjim ev rêkeftinek an lihevrasthatinek e çimkî zîrekiya pênûsa wê tiştekî din dibêje:
Lal bû zimanê xwezayê
Girî herikî, jan bû banî
Xweza bi ewê lalbûnê tiştek ji bil hêsiran nema bû, ko bikaribe derdê xwe der bike. Êdî ew sembola xemginiya xwezayê ye û li ber çavan tê zanîn ko teqîneke derûnî, bi zimanê pênûsê tê nexişandin… 
“Li çarhawîrdora dilê min şewat e
Xwînê dirijîne, janê dirijîne
Ax û nalînê dirijîne çavên min
Şilfîtazî me di hembêza şevê de
Çarhawîrdora min agir
Çarhawîrdora min dojeh
Ji bêyîbûna te dişewitim”
Rewş xwe şirove dike, êdî bi tenêbûna kulîlkekê buhara dil tekûz nabe! Bi destekî tenê deng ji çepikan nayê, ne jî heyva can bêyî yar ruhnî dide… Ev rastiya mirovên ko bi xwe re rastgo ne. Bila têkçûna rêdanên xwezayê nebe…
“Îşev hebûna min wekî ramûsaneke heram ji ser lêvên tariyê şemitî”
Dema hebûna xwe kiriye mîna ramûsaneke nerewa ko ji ser lêvên tariyê şemitî ye… Beraber wê jî bang li dilê xwe dike da ko guliyên rojê bihûne… Ev ne dijberî ye, belam di tarî û ruhniyê de pênûs xwe dilivîne, ji qalikê qeşayî bi xêra germa dilê wê wek bişkokekê ji bin berfê dibişkive… Wisa tîp bi tîp helbesta xwe dirêse:
“ Ka dilo
Bihûne îro guliyê rojê bi newayeke wendayî
Ser û bin bike şev û rojên jihevqetandî
Elema navê xwe bixwîne li asîmanan
Wekî stêrkên qudûmşikenandî
Bikeve ji dilê şeva sayî
bifire li ber ba yê westîyayîBifirre li ber bayê westiyayî”
Heta bi derbirrîna çêj û xweşiyê jî, li bal Semra Çelebî neçêkirî ye, ne tevdana laşî ye, çi qas ev awayê ha bandorê li xwendevan dike, ta çi radeyê dikare nameya xwe bigehîne? Di nerîna min de S. Ç bikaranîna hevokan, peyvên nerm û wateyine xweş û hem sivik armaca nivîsandina helbesta xwe pêk aniye:
“Were îşev, tu bê
Bibe şeh li porê min
Ji hev veke guliyan
 Şeh bike bi tiliyan
Mîna tizbiya pîroz
Bijmêre ta bi ta –yek û du-“
Girêdana S. Ç bi xwezayê ve zahf e, dibe xwerista herêmê bandor lê kiribe, dibe ew bi xwe jî firindeyek be, di asîmanê afirandinê de basikên xwe li bayê huneriyê dixîne. Ji xwe hemû cûreyên hunerê, toreyê (wêje) bi ser hev ve ne. Êdî keskesora pênûsa xwe di sînga asoya dahênaniyê de çap kiriye:
“Îşev ez ê cardin rabim
Guliyên heyvê ji jana xwe bihûnim
Êşa xwe yeko yeko bidim lêvên stêrkan
Û strana xwe birêsim
Bûkaniya xwe li erdê bihêlim
Û bedewbûna xwe ji te re bi rê kim”
Mîna tabloyeke Siryalî, helbestvana me ji zemîn û heyvê bi hûrbîniya ristinê li ser lêvên stêran strana xwe dirêsîne… Di helbesteke dî de jî evîna xwe rave dike, û dibêje ko ew evîn şevekê ji basikê stêrekê veqetiya ye û gava hino hino xwe li dilê wê danî, hawîrdor kir dojeh… nexişandina tabloyê berdewam dike… Destê xwe ji asîman û zemînê, ji parçeyên ewran û hogiriya kevirên req naberde. Ew bi xwe vêketî dimîne û mûmeya peyvan di dilê xwendevanan de vêxistî dihêle…

04/08/11
Ezîz Xemcivîn

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Kongreyê sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye, roja 23.08.2026, li bajarê Essen li Elmanya, bi amadbûna hejmarek ji endamên Yekîtiyê, û bi beşdarbûna hejmarek din ji endaman ji çend welatên din bi rêya zoomê, hat lidarxistin.
Pêşî çend raportên rêxistinî, çalakî, û darayî, hatin xwendin, piştre giftûgoyek li…

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…