Berpirsyaretiya mafê kurd li sûrî kî hildigrê?

EHMED QASIM

  Pêncî sale partiyên kurdî berxwedidin li beramberî rêjîmekî necadperest bi şêwakî siyasî û haştiyane, bo bidestxistina mafên netewî û bi dawî anîna setemkariya rêjîmê li ser xelkê kurd li sûrî. Di vî pêncî salîda rêjîma sûrî yek gavê bi paşda neçûye, û setemkarî li ser kurdan kêm nekirîye, tevî ku çavên xwe ji ser çalakiyên xebata partiyan car caran digrê, lê bi hezeran çavjî şêweyên wan çalakiyan dişopînin, û ji bo her çalakvanekî ji partiyan doseyeke taybet amade dikin ji pêşerojêra.
      Bi şêwakî zanyare têkilî bi her endamekî partiyanra vekirin, û di riya nûkerên xwera, xwe ji kesayetiyên bingehva nêzîk kirin, da ku piskolocîya her yekî nas bikin û li gor wêjî pêwendiyên xwe bi rêva bibin. Lewra, li dirêjîya pêncî salî bi sedan kes bi xweva girêdan, di wexteke ku stiratêcîya xweparastina partiyan di nava partiyade tuneyîye. Her wehajî, bê zanebûn , hêdî hêdî gelek kesayetîyên partiyan ketin bin bandora rêxistinên parastinên rêjîmê, û biryarên partiyanjî ji bin wê bandore dernakevin, û partî ji xweseriya biryaran bi dûrketine, ku buye sedema perçebûn û neyekrêziyê di wextên tengda.
      Li kêlek rêzên partiyan bi sedan, eger ne bi hezaran kesbin, çalakvanên serbixwe peydabûne li dirêjîya temenê tevgera kurdî: nivîskar, rojnemevan, hûnermend, helbestvan, lêkolîn û lêgervan, olmend û êlmend,rewşenbîr û dîrkzan û Hwd… bi tevayî evana bingehekî dewlemend ji tevgera kurdîra peyda kirin, û pergalekî stûr ji binyada xebatêra rêsandin û hûnandin. Li hêlekê ev dewlemendiya han bûye bandorekî parêzer û çavdêrekî şiyarmend li ser berdewamiya xebata tevger û partiyên wê, û li hêleke dinjî bargiranîyek rastî avêtine ser erkên berpirsên partiyan. Ji ber ku partî fêrî çavdêrîyê nebûne, û giringiya rexnedarî li pêş xwe nedîtine, her wehajî, li beramberî pirsyarî û rexneyan şer û nakokî peyda dibin, ji  aloziya zanyarî û perwerdî jî, derz û perçebûn dikevê nava partiyan, li şûn yekrêzî û hevbendîyê.
          Rastiya din ewe ku, ber li pêş rêjîmê fere bûye, pêwistiya wê bi alîkariya hin nûkerên  di nava partiyande çêdibe, û wan nûkeran dikine dewrê bo rolekî nûkerî di nava tevgerêda bilîzin û nûçeyan bighînin dezgeyên parastinên rêjîmê, li gor wan nûçeyanjî rêjîm pîlanên xwe didozînê û dîsa bona bicîanîna pîlanan, her nûkerên xwe dixinê dewrê, û bi hawakî zanyarî bilokên me yek li du yekê hldiweşin bê ku partiyên me kanibin ji bin bandora pîlanên rêjîmê derkevin, û biryara xweser şopa xwe bistînê. Gumana min ewe ku, pirkên serhildana sûrî bi xurtî xwe davêje ser hiş û balên rêzên partiyan, di demekêda, ku hêza parastinên rêjîme gihiştiye alozîyeke pir tenik, û derfeteke baş peydabûye bo partiyên me xwe ji bin bandora rêjîmê derxînin û biryarên xweser bigrin ji bo rêka serketinê di van rojên awarteda.
     Biryara girêdana kongireya niştîmanî pêwiste bi biryareke xweser û azad, da ku berhemên bi sûd jê werin girtin. Bi van şêweyên radikal û partperest qet em naghên encamên bi sûd, û heryek zanê ku heta careke din kongireyeke din werê li darxistin dîsa deh sal têda dicing. Yanî tê wê babetê ku, bi vî awayî xebatê hin dixwazin kongire bisernekevê, û beravêtî bibê. Eger bi vî şêweyî ev kongire bi rêva biçe, kî çi dibêje bila ê xwe bibêje, lê rastiya wê ewe ku ev kongire di bin bandora parastina rêjîmêda bi rêva dice û ti sûda miletê kurd têda tune, eger zirarê nedê.
       Li vê şopandinê pirsa herî giring ewe: kî berpirse ji ber mafên kurdva, û kî dikanê nûnertiya pirsa kurd bikê di wexteke ku tevgera kurdî ne liserheve û nejî serbixweye di biryarên xweda. Ne bi çûk, û nejî mezintirîn hêz bi vî şêweyî nikanin di rewayetiya gelêrî veçînin û bibne nûnerê rewayê pirsa kurdî. Di virda disa rastiya pirsê xwe didê pêş bi rengekî rewa, ku nûnera pirsa kurdî, nêrînin azad û pirsa xweser û çalakiyên çalakvanên li ser şiqam û nav kolanan, evin yên xwedî pirs û rewayê xelkê xwene, ne yên daran dixine ber dolabên tevgerê ji bo bercewendiyên xwe û hevparên bazirgan.

Nivîskar û siyasetmedarê kurd ji sûrî  
24102011  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Pirsa Kurdî li Tirkiyê ne hema wisa dosyayek ewlehiyê ye û qet nabe ku bi awayekî wekî kêferateke çekdarî di navbera dewletê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de were kurtkirin. Ew di bingeha xwe de, pirsa miletekî ye ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, pirsa hebûn û dîrokê…

Lewend Hisên *

Di dehsalên bûrî de tevgera siyasî ya Kurdî guhertinên bingehîn kirin, ku hem gotar, hem sembol û hem jî armancên sereke. Yek ji hêzên sereke yên ku di vê çarçoveyê de bandor kir, PKK ye. Di dema ku Alaya Kurdistanê, navê Pêşmerge û daxwaza dewleta Kurdî ya serbixwe wek…

ew her dem nakeve sernivîsê, lê di Hûrguliyên têgihîştin û rêyȇn ku ew wan ji sînorên Kurdistana Iraqê wȇde tir dixwaze de amade ye.

Di dema şerên di navbera artêşa Sûriyê û ‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk’ de û ya pey re ji kanalên giftȗgo ȗ danûstandinê yên di navbera Serok Ehmed El-Şera û…

Rêxistina Ewropa ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûrîya û bi beşdariya malbata xebatkar Xalid Kemal Derwîş, endamê komîta navendî ya Partiya me, heweyî rêzdar vexwendî beşdarbûna yekemîn rêwresmê salvegera koça xuda jê razî
dike, li ser Gora wî li bajarê Hannover,

roja Şemiyê 07.03.2026
Demjimêr 14:00<br data-start="673"...