Gotina Kovara PIRSê Di yekemîn salvegera koçbûna rewşenbîr û nivîskarê Kurd Rezoyê Osê de

Dost û hevalên dilsoz…
Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êş û şewat jî di mehe Adarê de ne.

Berî niha bi salekê, li çarê meha Adarê, lawê gelê Kurd, mirovê zana û rewşenbîr, birayê me yê hêja Rezoyê Osê govdeyê xwe yê nazik li êşa xwe pêça û bi rêwîngiya xwe ya bêveger de çû.

Mîna ku em dizanin, mamoste Rezo ji destpêka jiyana xwe de di nava pirsên gelê xwe de bû, ew bi hemî rê û şêweyan, çi yên rêzanî û çi yên rewşenbîrî, bi erk ustubariyên xwe yên neteweyî radibû, wî tevhiya jiyana xwe terxandi bû gelê xwe, û di wî warî de mînak û pêşeng bû.

Kek Rezoyê di jiyana xwe de wek mirovekî ramyar û rewşenbîr jî, bi comerdî dara mirovatiyê av dida, û xema wî ya mezin çareserkirina pirsên azadî, dadwerî û mafên mirovan bû.
Lê tiştê herî balkêş ew bû, ku zimanê Kurdî li ba mamoste Rezo cihekî zor bilind digirt. Parastin, pêşdebirin û bikaranîna wî xembariya wî ya yekê bû. Gava ziman û çanda zimanê Kurdî dihat meydanê, cihê xwehezî û ezîtiyê li ba kek Rezo nedima û qîretê di dilê wî de hildida. Loma jî çi dema ku ew ji bo kar û çalakiyên zimên û çanda Kurdî dihat agahdarkirin, wî hesabên biçûk binpê dikirin, û bê erêna bi hemî kanînên xwe jê re amade dibû.
Ji ber wê jî, û digel ku kek Rezo bi bêtirî zimanekî biyanî baş dizanî û kanî pê binivîsanda jî, lê biryara bikaranîna zimanê dayîkê li ba wî bêveger bû, û hemî cureyên nivîsarên xwe bi Kurdî dikirin, û herwiha bi dehan lêkolîn, çêrok û gotaên xwe, bi kurdiya xwe ya zelal nivîsandin.
Xebata wî ya di kovara “PIRS” de jî di çarçewa dilsozî, hezkirin û pêbendiya bi zimanê Kurdî re bû. Bi rastî jî eger ne bi saya xemxarî û dilsoziya kek Rezo û kesên mîna wî bûya, wekî ku çawa gelek kovarên me yên Kurdî li Sûryê rawestîne, niha kovara “Pirs” jî dê rawestiya ba.
Kek Rezo… Ustubariya me ye ku digel hemî asteng û kêmkasiyan, emê şopa te bajon, û bi alikariya dost, heval û rewşenbîrên dilsoz, û li pêş her tiştî jî wek pêbendiyeke sinciyane bi zimanê me yê şêrîn re, emê derhanîna kovara xwe berdewam bikin, û dara ku Rezoyê Osê bi xuya eniya xwe av dida, biparêzin û nehêlin pelên wê biweşin.
Belê hevalino… Erê em niha birayê xwe Rezoyê Osê bi bîr tînin, lê bê guman ew li ba me û li ba tevahiya gelê Kurd nebûye bîranîn û dê nebe jî, ji ber ku mirovên mîna wî namirin, û her dem di hiş û dilê gelê xwe de zindî dimînin.
Desteya rêvebirina kovara PIRS

03.03.2011z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...