De rabin


Salih Cefer

De rabin lo , de rabin lo
çi xewa we girane lo
ci xeweke dirêje lo
bese îdî ev xewa westîyane û bê dawî
vaye hemû dunya rabûye ser piyan
yasemîn daketin hemû bexçeyan
bêhna yasemînan nakin win lo
Serî hildin
De serî hildin lo, de serî  hildin lo
ma ne bese xewa sermedî , ma ne bese  xewa bê xewî
ma xewa we ji xewê têr nebû  lo
vaye têrbûnjî  ji xewa we westîya lo

Hilma yasemînan
Hilma yasemînan bû mêvana  hemû goristanan
û bejna piran  xemilî bi wan lo
tenê goristana we
tenê goristana we, maye cîye strî û mitên çolan û
cîyê bagerok û axa berîyan lo  

axa berîyan lo
de bese lo, de bese lo

Serî rakin
Serî rakin yasemînên Qamişloka razayî
careke din
ji nûde
û bi rengekî din
rabin heyfa xwe hilînin
tolhildana xwe daxin kolanên Binxetê
agirên hestên xwe yasmin bikin lo
gem bikin lo
gur bikin lo
strî û kevir û koçin Binxetê bi yasminkin  lo
bi yasmînkin lo
yasmînan li kolanan biçînin  û
baxek yan qefdek yasmîn  bidin ber dilên dayikin dilşewetî
dayikin ku li hêvîya wê roja pîrozin
roja ku li goristanan û bê tirs
baxek yasmîn li ber serê we deynin lo
li ber serê we deynin lo
li ber serê we deynin lo
11-03-2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Trump têkçûnê wek serkeftinê difiroşe, Îran jî şertên xwe bi zelalî dinivîse

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…