Koçkirina Seydayê Mele Nûrîyê Hesarî Û Kurtiyek Ji Jînenîgariya Wî

  Konê Reş

   Belê, îro (25.01.2011), me navdarekî ziman û helbesta kurdî a kilasîk winda kir.. Stêrek geş û bêdeng ji asmanê wêjeya Kurdî rijiya.. Lê her wê navê wî, bibilndî di rêza helbestvanên Kurd de bê rojevê.. Wî jî mîna Cegerxwîn, Palo, Tîrêj, Berazî, Keleş, Rewî.. navê xwe bi berzbûn di qada rewşenbîriya Kurdî de tomar kir.. Rêzgirtina xwe di nav gel de çesipand.. Erê, îro me mirîdekî Barzanî windakir.. Xemxurkî ziman û rewşenbîriya Kurdî ji ber çavê me xwe da alî, lê her wê di dilê me de zindî be… Cih buhişt be melayê Pirêşan, te navê xwe kir PIRÊŞAN, ji ber ku tu di jiyana xwe de pirr êşiya.. Ma ji kê û ne kê..
Werin em bi hev re kurtiyek ji jînenîgariya wî bixwînin:
   Ew di sala 1934 an de li gundê Hesarê ji diya xwe bûye… Di sala 1939 an de dest bi xwendina Quranê kiriye.. Di sala 1949 an de daketiye Sûriyê, di gundê Qerehesenê re derbasî gundê Xizna û di pey re gundê Til Marûf bûye û li bal Şêx Ehmedê Xeznewî xwendina olîtiyê bi dawî aniye û bûye melakî 12 ilmî..
   Di bîranînên xwe de dibêje: Li Tirkiyê me Kurdan bi zimanê tirkî dixwend û piştî ez hatim Sûrî, me bi zimanê erebî xwend.. Di virde min ji xwe re got: Gereke zimanekî me jî hebe, pê bê xwendin. Weke van zimanên din.. Lê piştî ku li helbestên Cegerxwîn û paş re yên Melayê Cizîrî ku di civatan de dihatin xwendin guhdarî kir, bi wan pir kefxweş dibû.. û Piştî dîtina Cegerxwîn û mele Ehmedê Palo dest bi nivîsandina helbestên Kurdî kir.. Ne bes wiha; nameyên xwe jî bi kurdî dinivîsandin..
   Piştî van karên wî, mala Şêx Xiznewî jê dilgiran dibûn û gotin: Dîn bûye, berdaye û çûye gihaye gunehkaran.. Hina saloxên karê wî gihandin desthilatên rêjîmê, wiha ew û bi çend melayên din re hatin girtin. Lê belê bi rêya dostaniya mala şêx hatin berdan..
   Ji sala 1966 an ve mala wî li Qamişlo ye, taxa Qenat Elsiwês e, ji sala 1988 an ve, kêferat bi nexweşiyê re dikir û devê wî nedigeriya ta ku îro 25.01.2011 koça dawî kir û çû berdilovaniya Xwedê. Hem jî îro ew li Qamişlo, di gorstana Qidûr Beg de hat veşartin.

Ji berhemên wî:
–  Şoreşa Barzanî: Helbest, 1995
–  Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî, 1996
–  Rêziman: Destnivîs
–  Ferhenga Kurdî – Kurdî, Destnivîs
–  Ferhenga Kurdî – Tirkî, Destnivîs
–  Ferhenga Kurmancî- Zazî, Destnivîs
–  Mewlida Pêxember, Destnivîs
–  Vegerandina Zimanê Erebî Şarvîn, Destnivîs
–  Koledar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs
–  Dû Mar: Çîrokek Helbestî ye, Destnivîs, Bi zimanê Erebî ye.
–  11 Dîwanên Helbestan, Destnivîs
–  Bîranîn, ji jiyana wî, Destnivîs
Hêjaye gotinê ku mamoste Zeynelabdîn Zinar jî pirtûkek wî li Swêd çap kiriye, navê wê nayê bîra min. Her wiha wiha rehmetiyê Mele Nûrî hin xelat jî standine wek Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelatek ji Koma Narîn a folklorî..
Fermo van çend firdikan ji helbesteke rehmetî li dor mirinê bixwînin:

Hey wax ji derdê mirinê, ez pê nizanim wê çikî
Ev bê dila pir ijdehar, bo çî me dê winda bikî

Qîza ji ber xortan dibî, axîn ji dil der nakevin
Îdî nema peyvê dikin, mîna kesê ku bê devin

Geh bav diçî, geh dê diçî, zaro dimînin bê xwedî
Îdî nema ew têr dixwin, lewra dikin tirs û fedî

Hey mirinê ka min çi dî, ku ez ji cîhanê herim
Qey tê bihêlî carekê, pey mirinê ez vegerim?!

Qamişlo, 25.01.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Beşîr Botanî, Stokholm

Roja 25ê oktoberê bixwe wexera Sebrî Botanî ya 27an 2, ez bi vê hilkeftê dixwazim tenê li ser yekgirtina kurdan rawestm ji ber ku ev xal armanca Botanî bû û nemaze li Şoreşa Eylûlê dema “Mekteb Siyasî” sala 1964an ji şoreşê cuda bû û pê ziyaneke mezin gehişite bizava…

Heyder Omer

Di vê kurtelêkolînê de ez helbesteke Cegerxwîn (1903 – 1984), Şeva hicran([1]), ji warê avakirinê de didim hember helbesteke Sêx Nûreddîn Birîfîkanî (1790 – 1853), “Li kurdistanê kêvî ez”([2]) da bête xuyan, ku Cegerxwîn ta çi ast û radeyê dide pey helbestvanên kilasîkên Kurd.

Şêx Nûredînê Birîfkanî di helbesta…

Hişmend Şêxo

Di 24 / 10 / 2019an de gelê kurd û “Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê” xebatkar û serkirdeyekî mezin oxirkirin ew jî damezrêner û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş e.

Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hevalekî xebatkar û cefakêş bû , siyasetmedarekî navdar bû di nav gel û tevgera rêzaniya Sûrî ,…

Nivîskar: Alesaa Lightbourne

Wergêr: Omer Resul

Buyer û serpêhatiyên romana *The Kurdish Bike – Piskilêta Kurdî* ya Nivîskara Amrîkî Alesaa Lightbourne piştî salên rûxandina rejîma Iraqê ne, taybet di sala 2010an de dema nivîskara romanê biryar dide serdana Kurdistanê bike û li wie dibe mamostaya zimanê Îngilîaî, li heman demê de…