Çîroka (Segvanê Xurikî), Ji Çîrokên Resen Yên Folklorê Beriya Mêrdînê Ye

  Konê Reş

   Di van rojên dawî de mamoste Mistefa Cizîrî pirtûkek xwe a nû bi navê (Segvanê Xurikî) bo min şandiye. Ev pirtûk ji rex Enstîtuya Kurdî a Stocholmê di sala 2011 an de hatiye çap û belav kirin.

Piştî ku min xwend, ew rojên min yên zaroktiyê hatin bîra min, dema ku zivistanên sar û bi baran bi ser me de dihatin, me xwe li ber agirê tifikê û sopa tepika gerim dikir û di ber re li çîrok û çîvanokên beriya Mêrdînê guhdarî dikir.. Erê xwendina vê çîrokê ew rojên zaroktiyê anîn bîra min.
Bi rastî Mistefa Cizîrî, ev çîrok ji nav dilê çîrokên Beriya Mêrdîmê bijartiye, nesaxim ku bajarê Amûdê, Mêrdînê û Beriya Mêrdînê navendin ji bûyerên wê re.. Wî, bi zimanekê sade kurdî û rewan berhev kiriye. Lê mixabin gelek şaşiyên çapê di nav re derbas dibin. Dema ku mirov dest bi xwendina wê bike, nikare xwe bi dawî ve negihîne.. Ev çîrok xweş nişan e ji kevinbûn û dêraniya bajarê Amûdê re..

   Mamoste Amed Tîgrîs di pêşgotina vê pirtûkê de wiha nivîsandiye: Bûyer û çîroka (Segvanê Xurikî), Li herêma Mêrdînê derbas dibe ku wê demê bajarê Amûdê jî li ser Mêrdînê bûye. Li gor dema xwe rewşa civaka wê herêmê, çanda wê herêmê, helwest û kirinên dagîrker û zalimên wê demê dide xuyakirin. Ev çîrok mêranî, zordestî, bêbextî, bext û textî bi awayekî zelal û vekirî radixe ber çavan.

   Mamoste Mistefa Cizîrî di sala 1959an de li Qamişlo hatiye dinyayê, dibistana seretayî li gundê herêma Omeryan (Kurka Çeto), xwendiye, lîse li Nisêbîn û Diyarbekirê xwendiye. Di ciwaniya xwe de ketiye nav refên azadîxwazên kurdistanê de û gelek caran ji ber xebatên xwe yên polîtîkî hatiye girtin. Di sala 1981 ê de ji br sedemên siyasî derketiye dervî welat û li Swêd bûye penaberekî siyasî. Li bajarê Stokholmê bi salan mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Bi xebatên siyasî re xebatên çandî jî meşandiye.. Ji derî vê berhemê gelek nivîsên wî di kovara û malperan de derketine û ji Swêdî (Nêçîra Rovî û Mêrga Jêrî) wergerandiye Kurdî..
   Ez ji dil spasiya kek Mistefa dikim û jê bi hêvî me  ku vê zimanê xwe yê xweş û hêsan di gelek karên wiha de bikar bîne.

Konê Reş

Qamişlo,23.08.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…