Ji Qamişlo Em 70 Saliya Dr. Eskerê Boyîk pîroz dikin

  Konê Reş

   Berî çend rojan min di Netkurd ê de gotarê mamoste Wezîrê Eşo yê bi navê: (Nivîskar û zanyarê Kurdî bi nav û deng; bi nûnesebeta 70 salîya Eskerê Boyîk), xwend, pêre pêre mamoste Eskerê Boyîk û hatina wî a Qamişlo, di bihara 1990 î de hat bîra min. Û wiha ez di nav pêlên bîranînên xwe de, li hatina wî û a çend rewşenbîrên me yên Sovyêta berê a bajarê Qamişlo vegeriyam.
Bi hatina Dr. Celîlê Celîl a pêşîn ku di havîna 1982 an de bû, derî li ber nivîskar, helbestvan, lêkolîner û rewşenbîrên Kurd ji Sovyêta berê, vebû û ronakbîrên Kurd ji Ermenistanê wek: Dr. Ordîxanê Celîl, Celîla Celîl, Dr. Tosinê Reşîd, Eliyê Ebdulrehman, Tîmorê Xelîl û Eskerê Boyîk ku hatina wî di bihara 1990 ê de bû li me bûn mêvan.
   Di adara 1989 an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseynî, kovara Gurzek Gul diweşand, her ku yek van ronakbîran dihat me xwe digihandê, me alîkarî pêre dikir û me sûde ji serboriya wan werdigirt.. Dema ku Dr. Eskerê Boyîk di bihara 1990î de hat Qamişlo û li me bû mêvan, ez û Abdulbaqî wek redakisyona kovara Gurzek Gul me xort dane hev û jêre şevbuhêrkek li mala Abdellê Misto, xezûrê Abdulbaqî pêk anî. Di wê şevbuhêrkê de, camêr ji me re li dor rewşenbîrên kurd li Ermenistanê axifî û hin helbestên xwe ji me re xwendin.. Hingê du dîwanên wî pêre bûn, yek bi navê (Kulîlkên Çiya) û yek bi navê (Şiverê) bû, lê mixabin ku herdu jî bi tîpên kirîlî bûn.. Hingê jî gelekan ji me helbestên xwe jêre xwendin.. Ez û Abdulbaqî jî di nav de bûn.. Dawî camêr helbestên me dene hev û bi xwe re bîrin Yêrîvanê, da ku wan di rojnameya Riya Teze de belav biket.. Piştî çend heyvan ji çûna wî, rojekê hevalê me rehmetî Ferhadê Çelebî rojnameya (Riya Teze) da destê min û got: Va Eskerê Boyîk du helbestên te di rojnameya (Riya Teze) de weşandine.. Hingî kêfa min gelekî bi belavbûna wan helbestan re hat .. Hêjî ew rojname li cem mine, hejmara wê No: 62(4320), roja şemiyê 4ê tebaxê sala 1990ê ye.
   Dema ku Dr. Eskerê Boyîk li Qamişlo bû, me bi navê Gurzek Gul hevpeyvînek pêre li darxist, ew hevpeyvîn di kovara xwe Gurzek Gul, hejmara 8/9 an sala 1990ê de hat weşandin, di gel qabên herdu dîwanên wî: Kulîlkên Çiya û Şiverê.
   Bi rastî, bi hatin û dîtina van ronakbîrên Kurd ji Ermenistanê, çavê me vebû û em ji berê bêtir li ser nivîsandina bi zimanê Kurdî gurr bûn û wiha hezkirina zimanê Kurdî ket xwîna me de..
   Sebaretî min, min ji tevan sûd wergirt û hezkirina zimanê kurdî bi min re mezin bû. Belê bêtir ez ji Dr. Celîlê Celîl fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Ez wî wek mamostayekî ji xwe re dibînim, di warê eşq û danheva folklorê kurdî de..

   Bi helkeftina ku di roja 31 ê tebaxa îsal de (2011), Eskerê Boyîk (Askiyar Broyan), derbasî temenê xwe yê 70 salî dibe, kefxweş dibim ku salên jiyanê yên tên lê pîroz bikim û van herdu helbestên wî, yên ku berî 21 salê me di kovara Gurzek Gul de belav bûne ji xwendevanan re bikim diyarî, di gel temenekî dirêj bo nivîskar û helbestvanê Kurd Dr. Eskerê Boyîk di xweşî û geşiyê de û bi hêviya berhemên nû, yê ku ez herdem wan dixwînim û bi wan kêfxweş im.

Qîzî Kurda
Qîzêd çiyayê me
Mîna xezala kubar in
Mîna Xezala kûvî ne
Mîna kulîlka delal in
Mîna kulîlka rengî ne
Mîna kaniya zelal in
Mîna kaniya safî ne
Qîzêd çiyayê me.

Roja Bûyîna Te
Min kulîlkê çiya anîn te re
Pêşkêş..
Te got: Wê vandera bikne qirêj..

Konê Reş
Qamişlo, 28.08.2011

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…