Rola kovara Ronahî di pêşketina çand û çapemeniya Kurdî d Xelek:15 Helbest di (Ronahî) de Hejmar(19.20.21.22.23.24 )

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo
Em kanin di hejmara (19) an de helbestên1- Cegerxwîn(1-Xanim tu dizanî.2-Dîlber .3-keç).2-Osman Sebrî(1-Berdiliya  Mihokê) bixwînin.
Helbesta (Xanim tu zanî)  ji (16) du  malikî  pêk hatiye,emê tenê pênc rêzikên du malikî li jêr bi xwendevanan bidin nasîn.
Xanim tu dizanî
(……
Lingê te ji bo derd û birînê me re derman
Zanim bi xwe  Luqman
Nafiz bi xwe  destê xwe  li ser canê me danî
Derdê me nizanî
Bawer bike  ser ta  bi piyan  derd û birîn im
Frehad û Şîrîn im
Îro di evîna te de wekî  Ristemê  Zal im
Çendan ko dinalim
    Wek di dîroka wêjeya Kurdî klasîk de baş hatiye naskirin ku Cegerxwîn
giringî daye diyardeya evînê jî,ewî  gelek helbest di dîwanên xwe de
terxandine hezkirina xort û keçan û germahiyên dilên wan bi şêwakî
ronak û zelal derbiriye;Cegerxwîn bi zimanê evîndarekî di malikên jorîn
de bi dîlbera xwe re dibêje:Tu tenê were cem min û  hatina te dikane
derdê min derman bike,lê Dr.Nafizê jêhatî jî nikanîbû  derdê min nas
bikra,lê tu zû were! Ez Ferhad im û tu Şîrîn î,hemû endamên govdê  min ji derdê dîtina te re êşdar in,lê ez mîna Ristemê  Zal im û  ez ji bo
evîna te herdem pîdar im.
Osman Sebrî helbesta (berdiliya Mihokê) bi 91 malikan serpêhatiya
biçûkekî lewend bi navê Mihok bi şêwaza çîrokekê dinivîse,emê li vir
çend malikên vebjartî jî bi xwendevanên lêkolînê bidin nasîn.
Dema Rom bû serdest di şerê mezin
Ne hêştin bi Kurdan  biçûk,kal û jin
Keç,bûk û pîrejin di destên neyar
Biçûkek hebû ê axayî wî cî
Roman bav û dê kuştin hiliştin sêwî
Mihok î biçûk bû,lê pir jîr û şeng
Dema lê bû êvar  bi derket ji gund
Barana  bayê  reş  bi ser da barî
Ji westîn û serman bi derxist ziman
Nihrî karwanek dimîne li pêş
Got belkî hebitin yekî dil bi êş
Serpîkî bide min hinek nan û dan
Rabû yekî ji wan Mihok girt anî
Eba xwe  têwerda li nik xwe danî
Jê pirsîn ji kû yî çawan hatî vir?
Gote wan  revok im  ji destê neyar
Ji min çûn bav û dê  û qesra belek
Bêbav mam biçûk  im  nezan û sêwî
Gelo  hûn  nabitin  li min  kes xwedî?Va ye em dibînin çawa Osman Sebrî bi rêya vê helbesteçîrokî dîsan helwestên  neyarên  gelê Kurd  pir ronak di ber çavên xwendevanên xwe re derbaz dike,lehengê vê helbesteçîrokê xortek bi navê Mihok di temena Buharê de ye,ew di encamê hêrişkirinên dijmin de  sêwî dimîne û ew ji ber zordarên xwînmêj navçeya xwe bi cih dihêle û derve,ew li dawiyê li nik hin kesên qencîxwaz dimîne,lê ew kesên qencîxwaz wireyên Mihok bi pêşerojeke geş bilind dikin û bi wî re dibêjin:Tu yê mezin bibî ,tola dê û bavê xwe ji Romên bêbav  hilînî,tac û textê neyar birûxînî..Dêmek Osman Sebrî ne tenê rewşa Kurd û Kurdistanê ya xerap dide ber çavên gelê xwe , ew tovên geşbîniyê jî di derûn û giyanê gelê xwe de diçîne û roja azadiyê ji gelê xwe re bi têkoşîn û berxwedanê  nêzîk dike.
Lê em di hejmara (20)ê de dîsan navên van  helbestvanên mezin Cegerxwîn,Osman Sebrî û helbestvanekî din gewre Bêkes ji Kurdistana Başur û Jandar Mîrzengo dibînin.1-Leylê,2-Canan(Cegerxwîn).1-Dil(Bêkes).1-Zozan(Osman Sebrî),1-xebat(Jandar Mîrzengo).
Em nakevin gumanê ku Celadet Bedirxan helbesta Bêkes ya bi navnîşana (Dil) ji kovara (Gelawêjê) ji (20) malikan û ji tîpên Erebî  veguhaztiye tîpên Latînî,em li vir tenê çend rêzikên wê li pêş xwendevanan rêdixin:
Dil
( Dil ke zor mesrûr e emro,arezûyî îzhar eka
Hez li fîncanî şerabî dest û pencey yar eka
Dil geş û wek gul weha ye,derd û azarî ne ma
…..)
Di malikên jorîn de pir diyar e ku Bêkes li ser dîlbera xwe bi zaravê Soranî  dinivîse  û ew bi dîlbera xwe re dibêje:Îro dilê min gelek aşkere bi hebûna te dilşad e û dilê min hez dike ku ez  piyala duşevê bi destên yara xwe vexwim,lê dilê min mîna gulan geş e û min hemû derd û êş ji dilê xwe deranîne.Em di hejmara (21)ê de kanin tenê du kurtehelbestên Cegerxwîn bixwînin
1-Pesna dîlberê .2-Şehînşaha cîhan.
Cegerxwîn di bin navnîşan  (pesna dîlberê) de (18) malikan  dinivîse: Emê tenê  çend malikan wek nimûne  li jêr  binivisînin.
(…..
Me dîbû dilberek nazik sehergahan xweyanî bû
Kitan û perde û çarik ji ber dêman hilanî bû
Ji wê kasê ji wê tasê ko noşî min li ser masê
Ji hikmê dûriya yarê di dil de pêtiya arî.
…..)
Gelek caran li nik Cegerxwîn Kurdistan jî  dîlber e û  pir caran jî ew bi rastîn  dibe evîndarê keçikên Kurdan û peyvên xweşik û nazik arastî dîlbera xwe dike, noşîna dûşavê û avê bi destên yarê  di ber çavên xwe re derbaz dike û ji ber durbûna yarê  hîn agir jî di dilê evîndar Cegerxwîn de   bilind dibe.
Lê di hejmara (23) an de Evdilrehman Elî Yonis helbestekê mîna çîrokekê  di bin navnîşana(dîbaca nêçîra kewan)de bi (67) malikan diweşîne,herweha jî  em kanin  helbesta  helbestvanê navdar û kevneşop Nalî jî di hundir (18) rêzikan û di bin navnîşana ( Xezel)  de bixwînin.
Xezel
Nalî dinivîse: (Zilfit bi qedet dake perîşan e,bilaw e
Emro li min î şêfte alûz û be daw e
Bo çî ne qirim  sed kere tim dil dişkênî
….).
Mîna ku em piçekî ji zaravê Soranî  têdighînin;Nalî mîna pir helbestvanên Kurdan û cîhanî derdê evîna xwe ji guhdar û xwendevanên helbestê re aşkere dike û  zilf û pêlikên dîlbera xwe yên belavkirî li pêş çavên neyarên evînê rêdixe û  ew belkî  gazinan ji dîlbera xwe û belkî ji Xweda jî  dike û pirsa xwe rasterast mîna gilûgazinan ji dîlbera xwe  bê êş û azer dike.
Em hîn di vê hejmarê de dîsan kanin helbesta Cegerxwîn di bin navnîşana (Gula min) de û di hundir (28) rêzikan de bixwînin:
Ristevanê me Cegerxwîn hevîra helbesta xwe bi dûşava helbestên Mileyê Cizîrî distirê.
Di vir de Gul û dîlber yek in,evîna Cegerxwîn dibe mîna Buharek nûh xemlandî,ewa di dilê ristevan de geş dibe û hemû  azer  di dilê  evîndar  de dişewitin,lê ew bisk û çavên reş yên dîlberê di hişê helbestvan de di qunaxeke bilind li ser sîngê helbestvan palvedane û ew bi serbestî  dûşavê ji lêvên wê vedixwe û wê  radimûse.
Gula min
Min dît gulek nûh bişkivî
Mizgîn li dil  bûye Buhar
Bilbil di gel gul axivî
Dil nû ji xew bûye şiyar
Gava min mizgîn daye dil
Tê da nema ne derd û kul
Sed ah ji wan çavên reş
Biskên  siya dêmê geş.
Şerbet ji lêvan min vexwar
……    ).
Husên Emîn di hejmara (24) an de du helbestan dinivisîne:1-Di bin navnîşana (Cegerxwîn) de ye û ya duhem di bin navnîşana (dengê xortan) de ye,emê li vir tenê dengê Husên Emîn bibhîsin,kanî ew çawa dengvedana xortan bi gelê xwe û dijminên azadiya Kurdistanê mîna zengilek dengbilind  di guhan de dike qêrîn.
Dengê xortan
Xortê Kurd im ,gurçik pola ,dil paqij im
Ji boyî weten,ji boyî welat dihalijim
Riya rohin,xebat û ceng armana me
Namûs ,merdî ,xîretkêşî  nîşanê me
….. ).
Efrîn ,20.7.2024
Dumahîk heye

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…