Kurdo! Qedera Me Ye Ku Em Xwe Bikin Yek

Konê Reş
  Kurdo! Qey qedera te ye tu di welatê Mezopotamiya de hatiye çandin..! Li ser peravên herdu çemên bêrawestan; Dicle û Ferat hatiye danîn… Di navbera herdu çiyayên bi heybet û saw; Zagros û Toros de mezin bûye.. Di hêrik, newal û deştên te de genim hatiye çandin, sewal hatine xwedîkirin, tekelên erebeyan hatine çêkirin, şaristanî, lê hatine avakirin.. Nûh pêxember bi keleka xwe ji geliyê Laliş destpê kiriye, di ser çiyayê Şingalê re derbasî çiyayê Cûdî bûye û lê rawestiya ye.. Pêxember di nav xaka te re derbas bûne û jiyanê ji xaka welatê te destpê kiriye..
  Lê îro tu xemgînî Kurdo..! Ji çarhawêr ve tebayên daristanê êrîşî keriyên sewalên te dikin; kar û berxên te dikujin û dibêjin; şivan ew kujtine û xwarine..!! Mezopotamiya bêje! Kî wan kar û berxan dikujî?! Kî wan keriyan di govê de kom û dîl dikî..?!
Şivan bêrî ye, wek ku çawa gur ji xwîna Yûsiv bêrî ye.. Qey qedera te ye Kurdo ku roja îro tu şivan û kerî be..?!
Qedera te ye ku tu bi tena xwe, ala welatê Mezopotamiya bilind bikî.. Ma ne tu neviyê Waşokanî, Orkêş, Kewkebê Millan, Kepezê Kîkan û Qereçoxê Mosîsana ye.. Ma ne tu neviyê Mîr Bedirxan, şêx Ubêdellahê Nehrî, Şêx Abdulselamê Barzanî, Mele Selîmê Bedlîsî, Şêx Seîdê Pîran û Barzaniyê nemire.. Bêje, bê tê çilo wê alê di ser welatê xwe Mezopotamiya re bilind bike?
Erê, wek ku sofiyên kurdan dibêjin; qedera mirov li ser eniya wî hatiye nivîsandin.. Gelo li ser eniya me jî hatiye nivîsandin ku, em berpirsyarên bilindkirina ala welatê xwe bin..? Erê li ser eniya me hatiye nivîsandin ku, bilindkirina ala welatê me, perpisyariya me be.. Al, ala Mezopotamiya ye, ala xakê ye, ala zimanê Kurdî ye, ala biratî, wekhevî û mirovahiyê ye.. Ala hezkirin û lêborînê ye.. Û ev al nayê bilindkirin ku ne bi yekbûn û yekîtiya gotina kurdî be.. Nexasim di wiha qûnax û rojên dîrokî de, ku em tev di ber bilindkirina ala welatê xwe û hebûna xwe de berpirsyarin.. Û di rojên ayînde de, wê pirsyan ji me tevan bêne kirin, em ê tev di bin zêrevaniya dadgeha gelê xwe re derbas bibin..
Xuya ye hêjî pêdiviya me bi Şêx Ehmedê Xanî heye, yê ku ji berî 350 salî ve li dor yekîtiya Kurdan wiha gotiye:
Ger dê hebiwa me itîfaqek, vêkra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî, hemiyan ji me re dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet, tehsîl dikir me ilim û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalat, mimtaz dibûn xwedan kemalat..
Kurdo! çima em fêr nabin?! Gelo raste em fêrî koletiyê bûne..?!!
Şiyar be Kurdo, hay be Kurdo! Yekîtî kilîta azadiyê ye, yekîtî serxwebûn e, yekîtî pêşketin û rûmet e.. Yekîtî, hebûna Kurdên Rojava ye..
Qedera me ye Kurdo ku em bira bin; tu birayê min be, ez birayê te bim û ewên xiristyan (Siryanî, Ermenî, Aşûrî û Kildanî) û ereb hevalên me bin û em tev zarokên Mezopotamiya bin, Mezopotamiya dayika me be, hêlîna me be û welatê me be…
Qedera me ye Kurdo ku em bê bê elektirîk, bê Petrol (gaz, mazot û benzîn) bijîn û rojên xwe derbas bikin, xwe li ber ronahiya çirayên Nisêbînê gerim bikin..! Qedera me ye Kurdo ku em xwe ji berjewendiyên xwe yên kesayetî daweşînin û xwe bikin yek, gotina xwe bikin yek û li ber xwe bidin, di ber hebûna xwe de li Rojava pîkol û berxwedanê bikin, ji ber ku dîrok dilovaniyê nake û bela zarokên me gazin û loman ji me nekin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…