Min jî bêriya helbestê kiriye.


Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniştrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên şeveke ji hişketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?

Biserdebirin.
Ev tu yî?
Eger belê,
Ez li kû me?
Dem dereng dikeve,
Tu zelal
Mijaneye nêrîn
pencere,
nefesek kûr
her tişt zelal,
hêsan,
bîhnxweş
ronahî
bayê biharê diherike
Bilbil tê bêhinvedanê.
Eger eve tu yî?
Çima li xwe û te digerim!?
Sozên şevê!
Ta bi vê kêliyê bendewar im.
Pirreng
Daristan pelan diweşîne û werdigire
Tu ez im,
ê xwe ji ber min vedişêrî.
Diger im,
Li çi?
Li kê?
Dipirsim:
Ev kî ye?
Min bêriya dewê sibehên şil,
dewê meşkan kiriye…
di nav mijê de dibiriqî
keska nazik ji qurmê kevn.
Wêneyekî te li berçavên min diçû û dihat…
wêneyekî reş û spî
dem dihat, bêhn dikir
gerim dikir, dineqişandin,
sar dikir,
bi tenê dihişt û diçû
Ez qûnaxeke tevlîhev û vekirî me.
Ji şikestinan,
têkçûnan,
ji ber wan çavên tije
şînî, xemgînî,
girî
û
kîn direvim
ji ber westanê
netêgehiştinê
nelihevkirinê,
bermayên kevin
demên jidestçûyî
di…re…vim.
Stran ji peyv ên min in û awazdanîn û bi dengê dostê min yê hêja Şêrzad Efrînî ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qamişlo – 24.07.2026 Desteya Birêvebir a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê roja Înê, 24ê Tîrmeha 2026an, li navenda yekîtiyê ya li Qamişlo civata xwe ya pêşîn piştî Kongira Çaranan, bi amadebûna hemû endamên desteyê, lidarxist.

Civat bi xuleyek bêdeng ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê û şehîdên pênûsa azad dest pê kir. Piştre mamoste Ebdulhekîm Muhemed,…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya pirtûka «Pêkhateya Cihû Di Şaristanîya Rojava De» ya rexnegir û akademîsyenê Siûdî Dr. Se’ed El-Baze’î, bi wergera Şêxmûs Mihemed û Xalid Cemîl Mihemed, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya…

Tengezar Marînî

Nivîs mîna «tevneke Jibergirtinan»: Hevheyberî/Intertextuality û bîrdank a wêjeyî

Duyemîn bingeha teoriya Barthes têgeha nivîsê mîna «tevna jibergirtinan» e. Li R.B., tu nivîsek ji valahiyê nehatiye û serbixwe nayê afirandin. Her nivîs bi nivîsên din, tîtalên toreyî û sikalat û avahiyên wateyê yên civakî re têkildar e.

Barthes dibêje:

<p...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Rewşa Gıran A Kesê Bı Navê «K» Tê Nasîn» a nivîskarê Siûdî Ezîz Mihemed, bi wergera Xoşman Qado, weşand. Ev berhem bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyekê de ku armanc…