Daxuyanî derbarê ((xwepêşandana)) Şamê Taybet bi ajansa UPI

Selah Bedredîn

Wek tê zanîn ku faaliyetên Kurdên Sûriyê ji rêxistin û girûpên siyasî û kesayetiyên konevanî û rewşenbîrî û civakî serbixwe, bi boneya salvegera 44””””an ya serhijmara awarte ya ku di çaxa xwe de dor 150,000 hevwelatiyên Kurd ji mafê wan yê nasnamê angu mafê hevwelatîbûnê bêpar kir , xwepêşandaneke aştiyane li beramberî nûsîngeha Encûma Wezîran li Şama paytext lidarxistin .

Ev xwepêşandana ku ji aliyê ” Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê” ve hatibû piştgir kirin û vexwendin ji berî çend rojan dema ku Eniyê  gelê Sûrî bi tevahî û li Şamê bi taybetî vexwend bo piştgirîkirina milletê Kurd û beşdarîkirina di xwepêşandanê de û palpiştîkirina xwestekên Kurdan di warê vegerandina mafên hevwelatiyê bo dehan hezar Kurd yên ku ji 44 salan ve ji wan hatine bêparkirin û dîtina çareseriyeke adilane ji bo kêşeya Kurd li Sûriyê , her weha komîteya katî ya Daxuyaniya Şamê di beyaneke xwe de ku diho derket banga beşdarîkirin û palpliştkirina hevwelatiyên Kurd kiribû .
Îro ji destê sibê ve, kolanên Şamê nexasime yên sereke û nêzî telarê hikûmeta Sûrî liv û tevgereke ne normal hebû bi daxistina sedan nefer ji hêzên artêş û parastina rêjîmê û polîsan tevî unsurên tavilê alavên ewlekariyê , yên ku nehiştin hevwelatî bigihjine deverên nêzîk ji telarê hikûmetê û xelk bi zorê ji hev belawela kirin û kesên ku ji ya xwe daneketin û berev cihê xwepêşandanê ve çûn , rastî  lêdan û tepeseriyê hatin û hate ragihandin ku hindek ji wan birîndar bûn , û bi dehan kes hatine girtin û bi tirombêlên hêzên ewlekariyê berev cihên nediyar ve hatine birin.

Her weha, tevî hemî hewildan û şêweyên tirsandin û girtin û lêxistinê , sedan xwepêşander gihane cihên nîşankirî .Hate zanîn ku jimara beşdaran dor 2000””””an bû ji bilî hezaran kesên ku nikaribûn bigihine wir .Balkêş bû ku ne tenê fai””””iliyetên Kurdî beşdarî di xwepêşandanê de kirin , lê beşdariyeke Erebiya aktîvane ji layê nûner û endamên tevgerên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirov û kesayetiyên niştimanperwer weke têkoşerê navdar û siyasetmedarê berê birêz Riyad Sêf û parêzerê çalakgîrê  karûbarê mafê mirovan mamoste Xelîl Me””””tûq li wir amade bû, tiştê ku diyar dike ku roja 5””””ê Oktoberê bi rastî jî guheriye bo rojeke niştimaniya mezin , ku bi rastî û durûstî hevgirtina Kurdî-Erebî û yekgirtina beşên opzisyona niştimaniya demoqrat bi tevahî bi doz û pirsgirêkên milletê Kurd yên adilane re , derdibirre.
Di vî biyavî de, em di wê baweriyê de ne ku, kesên ku di vê rojê de civiyan û piştgirî û palpiştî beramberî tepeseriya rêjîma despotîk û li paytexta welêt Şamê dane xuya kirin dê-zû yan dereng- alternatîva niştimanî û demokratîk pêkbînin, her weha em bawer dikin ku ew roj nêzîk bûye dema ku milletê Sûrî bi tevahiya netewe û çînên xwe yên civakî û tiwêje û rengên xwe xwepêşadana niştimaniya berfireh li tevahiya şar û deverên Sûriyê lidar bixe weke despêka guherîna demoqrata xwestî .

Nîvroya 5 ê Oktobera 2006””””an
Endamê Emîndariya Giştî
Ya
Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê
Selah Bedredîn

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…