Dîsan dilê min
nale nalê dike;
vê êvarê çeleng û Çikçikanê
Yana Cîhad ji nav me bar dike..!!
li ber tembûra wî
goga xwe bilind û dûr davêje,
stêran şiyar dike…!!
dengê stranekê tê
“nalînek tê guhê min,
lê winda û nehan e…
agir berda dilê min,
tev bû pêt û duxan e”
bi lingê polayî
ji mîrata basê
wê gogê bivirîne..!!
bêje bilbilê xemgîn bêje
heyfa evî emrê ciwan” bêje…!!
Mêvanê te zava ye
govenda wî xweş bigerîne… !!
heger tu karibî
dengê xwe bigihîne ” Lava “
dizanim wê gelekî
li hêviya bavê xwe bimîne…!!?
geh tu xemgîn î,
geh tu xemgîn î,
û geh tu xemgîn î… !!?
ma tu ne westiyayî..??
evqas em barê te giran dikin,
birînên te pir bûne
stêrê Yana Cîhad jî tev li wan dimîne… !!
bi hezaran dayikên xemgîn
agirê dilê xwe
weke temaşeya Sînema Amûdê
li gel te bibîr anîne … !!
gava darbesta zavê te hat,
bi gulan xemilî bû;
gula herî xuyanî
Bavê Lava bi xwe bû… !!
ji Dêra Zorê heya bi dilê te
asman û zemîn
ji ber hejiyan…!!
ew mûma bi ronî
mixabin zû vemirî… !!?

Şîrove (0)