Gola Wanê

((piştî têkveçûna şoreşa Agirî
Bi serkirdaytiya Ihsan Nûrî Paşa di sala
1930 î de , dewlaeta Tirk 100xort ên
Kurd î zana û rewşenbîr bi saxîtî avêtin
Binê Gola Wanê , piştî ku ew girêdan û
Xistine çewalan de …….
Gereke em jibîr nekin ! ))

Besam Mistefe

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed gul şîn hatin û biser avê- ketin…
Sed kevokên rengsipî ji binê avê derketin û
Bi firê ketin ;
Di devên wan de , ken û soz û stran
Hebûn …

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed pertûk şîn hatin
Sed pênûs û
Sed defter .
Sed dibistan û
Sed zanko , ava bûn .

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed evêndar gihştin yarên xwe
Ferhad , Şêrîn xwest û
Mem , Zîn guhast û
Li Sîpanê Xelatê
Xec û Siyamend bi hev re bûn
Dest bi dest .

Li Gola Wanê
Rojekê
Sed şahînet li dar ketin
Ji sed zava yî re

Li gola Wanê
Rojekê
Av sor bû
Av xwîn bû
Av rondik bûn …

Li Gola Wanê
Rojekê
Bi rengê sor û
Bi sed dest î
Bi dest ên sed xort î
Wisa hatibû nivîsandin :
     ((Kes nebê Kurd dimirin
       Kurd jîn dibin
       Jîn dibe qet nakevê
       Ala Kurdan))

Li Gola Wanê
Rojekê
….û li kêleka ava birîndar ,
Dengek bilind dibû
Her dem û her gav
Bi şev û roj
Dengê sed ronakbîr î
Sed zava yî
Sed gulên fihtok ,
Dengê sed pakrewanî
Bilind dibû :
     Em Kurd bûn
     Em Kurd in
     Em dê Kurd bimînin !

           *              *            *

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…