Gilî û gazinnameyek ji Şivanperwerê Hêja re

 

Dr.Memo Ebdî

      Gelê Kurd bi hezarê salane ku di bin zor û sitemê De jiyana xwe ya gundiyane derbasdikê , vî gelî tiştek nemaye ku nedaye di ber jiyan û mayina xwe de , qelena jiyana wî pir buha derket

li aliyê din ma û ne hate windakirin ji sedî sed , lê pir xerabû û şexsiyeteka şaşomaşo derket , nexweş bi derûna xwe ta radeyekê bû Dijminê Xwe , xweliya vê qa dinyayê Li serê Xwe kir weke ku şivanê Me jî tînê bîra me : lo me çikir me çikir , me xwelî li serî xwe kir , bi vî awayî şivan jî rewşa gelê Kurd daye nasîn û pênasiyek di cihê Wê de daye . em pir dizanin ku şivan rastî geflêxwarinan jî hat çI ji aliyê Nezana û çI ji aliyê Kesên berpirsiyar ve jî di bin behaneyên xerîb û seyr de , em vê jî wek neheqiyekê Dibînin û kes van kiriyaran rewa û durust nabînê û nabê Alîgir jê re .  em bi marşên  şivan yên şoreşger re mezinbûne û li ser stranên wî xwîna xwe diyarî axa welêt kiriye , ta radeyekê Dibe ku pir kes şehîdketine bi germiya van stranên şoreşgerî ku merivan hêrsdikin û hestûnestên netewî gur û geşdikin ,  şivan beşek ji dîroka kurda ye û kes nikare tebat û lebata wî di ber kurd û Kurdistanê De mandelabikê , ev hewildaneke bêwate ye û pûç e , şivan dengê şoreş û gelê Kurd e , bi tembûra xwe ya topavêj tirko dikujtin , birîndardikirin , matmayî hiştin , bêhişkirin , şivan bi hêrs û mejiyê xwe Kul , derd , êş û xemên kurdan dihewandin , hembêzdikirin û bi dengê Xwe yî zelal û çiyayî dikire hawar , diqîrî , dikelî , dipijiqî û carna jî dipeqî , gelê Kurd bi hemî rengîniya xwe şivan hembêzkir , li şivan xwedî derket , şivan parast , pê serbilindbû , pê êşiya di dema ku nexweş û xemgîn bû , bi kurtasî sembola hebûna kurdan bû , di dawî de nûçeyê Lihevhatina wî û gulistnperwer dilên hezker û heyranên wî şakir . bêguman mileteke çil miliyone , hinek wê ji te hezbikin û hinek ji te biqeherin û hinek wê xêra te nexwazin , lê divê helwesta te hestdar û payeberz bê . em dixwazin şivan mezin bê li qama çiyayên Kurdistanê Bê û xurtbê Mîna herikîna ava dicle û feratê Bê tevî ku pêwîste aram û hêmin bê li gora aramiya behra wanê û aramiya rih û giyanê şehîdên Kurdistanê Bê , şivan mezin e pêwîstî bi mezinahî li xwe temaşekê , xwedî helwestên dîrokî bê ne heme xwedî riyaksiyonên roja xwe bê û bersivdarê Kiriyarekî virde û wired bê .
       Li şivan temaşedikin hemî endam û alîgiriê tev sazî , rêkxistin , partiyên Kurdistanê , apoçî ne , barzanî ne, talabanî ne , barqawî ne û H.W.d. eger yek ji şivan tengijî û ta xeber jê re araste kirin , pêwîst niye ku şivan heman kiriyarê Bikê û qet çênabê xwe daxînê meqam û helwesta wî , rabûn û rûniştina şivan di bin çavdêriyê de ye , alem û xelk tê de dibînin nimûne û mînakekî bêhempa , di encamê de Hemî liv û tevgera wî bi rûmet û pîroz e . tiştê herî giring  ku şivan perwer û hunermend e û bes , şivan nabê Siyasetmedar tevî ku di vir de zanîna wî pir ferehe û guman tê de niye , lê tayê Siyasetê Kin û rizî ye , dostaniya te emroj dibe ku beyanî li  te vegerê Bi dimiahiyeka xurt û be pêçewaney , dîsa jî şivan di siyaset û ramiyaria netewî têgihijtî ye , ji mafê Wî ye rexnan bikê û alîgiriya xwe ji hêzeke siyasî re eşkere bikê , ew serbest û azad e. lê tiştê ku dilê Me xemgîndikê Ew belavok û daxuyaniyên wî mîna tawanbarnameyan ji hêzne Kurdistanî re rêdikê bi şêweyekî tund û giran bêyî ku biponijê Ku di nav vê hêzê bi xwe de bi hezaran ji hezkerê Wî , heyran û evîndarê Huner û stranên wî hene , ev hêza bi kêmanî bi hezaran şehîd û pakrewan dane di ber doza pîroz de ku şivan bi stranên xwe yên şoreşgerî pareka wî tê de heye , ger ev rê şaş û kirêt bê jî .  Dibe ku tu ne alîgirê PKK bê û dibe jî ku we hevûdin êşandibê , kî raste û kî ne raste , ev ne mijara babeta me ye , lê bixwazê Nexwazê Ev hêz îro dost û dijmin hesaban jê re dikin , û kes nikarê Wê bi sîxurî û nokertiyê Tawanbarbikê , di bîr û baweriya min de eger tiştekî wisa hebê Ev ne karê şivanperwr e wek hunermendekî kurd , ev bêhtir karê Siyasetmedara ye . dîrok û çîroka te bi Pkk re heye , aliyên baş û nebaş hene ,  wan te êşandiye , te jî kêmkasî di şerê Li hember wa de nekiriye , lê kes ji we biserneketiye ji bilî kîn , dexsîn û çavnbarîyê , ev mal û milkê Dîrokê Ye , ew hakim û dadwer e , rastiya wê ne li gor kêf û miradan e , wê bê guman bi fermanê Rastiyê û mentiqê Dîrokî bê şîrovekirin . dost û hogirên vê tevgerê Pir in û ji dîroka kurdan tu kes an tu hêz nikarin wê derxin , wê timî lîstikvanekî yeman û bêmînak bê , ev nerîna min û gengaze ya  te berevajî wê ye , ji sedî sed , lê pirs di vir de ye GELO ez bi ya xwe û tu li ser a xwe  em dikarin bibin yek .  di vir de te pir strandiye û hozanên baş gotine û lorandine , pêwîst niye ez bînim bîra te ey şivanê Dozê û hunermendê Welêt  , em bi hêvîne ku ev belavok û daxuyaniyên neberpirs  ku heqaret û bêrêziyê li alîgir û dostên vê hêza netewî û malbatên şehîdên wê dikin , nema ji hêla hunermendê Me yê mezin ve derkevin û hezker û heyranên hunera xwe yên bi ramanên xwe apoçî ne nekê bin guman û xirabfikaran

                                   Bi hêviya bilindiya hizr û hunerê
                                        Ey şivanê Gelê kurd
                      
   
                            Dr.Memo Ebdî         Sûriye – Heleb

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…