August 2024

Shahîn Bekir Soreklî

Min îroj xwendina romana Ezîz Xemcivîn ya bi navê Zabêl Ez Ermenî Me bi serî kir. Dema pirtûk gihîşt min, min meraq dikir gelo naverok çawa be. Tirsa min ew bû ku ew wek gellek berhemên Kurdan tiji kîna li hember Tirkan be û rûdanên bi stema alîyê tirkî…

Ebdulrihman Mella

Veguhestina kurdî: Lewend hisên

Husên Salih Mella di sala 1925’an de li gundê Til Eylûlê hatiye dinê. Ew kurê mezin yê Şêx Salih Osman Mella şêxê KOSEKAN Bavikek ji Bavikê Êla ÇOMERAN bû, mezin bû û di bin çavdêriya bavê xwe de jiya, ji zarokatiya xwe ve li kêleka…

Gelek xwendevanên hêja, nivîskar û kesen rêzdar, bi eleqeyekî mezin pirtûkên/romanên nivîskarê me İskan Tolun dixwînin û dinirxînin û gelek car jî, dipirsin:

“Çima ev pirtûkên xweş bi zimanê Kurdî û biyanî jî nayên çap kirin?”

Liser pirs û daxwazîyên wan, em êdî pirtûkên/romanên wî, bi zimanê Kurdî û Almanî/bîyanî jî…

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke sivîl ku wê îro roja pêncşemê 15/16.08.2024 li bajarê Tiflîsê paytexta Gutcistanê bi beşdarbûna 70 mêhvanî ji 16 welatan lidar bikeve”.

Her wekî ku Mamosta Hejar da zanîn ku ev konferans bi amadakarî û…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Stranên Kurmancî,pend û şîret di kovara (Ronahî )de
Gelê Kurd jî mîna hemû gelên cîhanê xwedan folklor e û ewa bi hemû cureyên xwe pir dewlemend e,bi dehan û dehan lêkolîner û nivîskarên Kurd û rojhilatnas gelek berhemên giranbuha û kêrhatî ji bo stran û Pend û şîretên Kurdî terxandine. Pend û şîret …

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok, Lêkolı̂n,
Folklor û Helbestan jı̂ bixwı̂nin..
Naveroka hejmarê:
Nivîsara sereke:
– Çi ji rewşenbîrê kurd – di vê dema nazik de- tê xwestin? / Ebdulbaqî Huseynî.
Gotar û Nerîn:
– Dema nivîskarê kurd di navbera rexne û êrîşê de winda…

 

Helbestvan û nivîskara Kurdistanî Mizgîn Hesko û bi berhemeke wêjeyî û ramiyarî nuh tête pêşbirî xwînerên zimanê Kurdî û hezkiriyên bexşan û nivîsên cuda û balkêş.

Bi nerînên nuh û bi derbirînên wêrek û balkêş, Mizgîn Hesko hewil dide ku ji nuh ve, hin ji mijarên wêje û jiyanê vekole û wan bi form û şêweya…

Zagros osman

Şeva bûrî min di xewna xwe de Hirçek dît, Gewdê wî bi qasî ê Fîlekî Taylendî bû, Serê wî ji ê Gayekî mestire bû, Sinbêlê wî ji Pirça Nêrîyekî pantir û dirêjtir bû, Hirçê me ji Sêrkê reviya bû, daketibû Kolana Tik Tokê bi Kurdî dipeyivî, qala siyaset û miyasetê dikir, ji naveroka Mijara…

Ehmed Tahir

Beko te çikir?
Xeyrî te çikir?
We çi bi serê me kir?
Îsal wek par e
Par wek sed sal e
Her ev çîrok e
Her ev hal e
Genmê we çandî
Sinbila val e

Îro,hezar Beko
Gel hezar Xeyrî
Tovê wan lidar e
Pir jîr û zîrek in
Bazirgan in
Em xistin bazar e
Ser me dilîzin
Ser hestê me dimîzin
Bi çend
Gotinê tewş û val e
Berê me dan çiravê
Lingê…

Şêrîn Saado –parisDi bêdengahiya şevê de
Dengên bîranînan
Li der dora
Giyanê min
Vedeng didin ..

Hinek
Mîna
Baraneke hûr
Ji asoyekî bê dawî
Di barin
Bi rondikên çavan re
Kulîlkên
Bêrîkirnan av didin ..
Û
Hinek wekî
Şiqameke lale
Li ser ruyên hestan
Pêlên azariyan
Li hev dixînin
Hûrdem
Ji hiş
Di kevin
Û
Di himbêza
Poşmaniyê de di lûsin ..
Û .. hinek
Gûr henasin
Çihir ne nasin
Hemî pirsin
Li paş rewrewka
Bersevan de bê reng di mînin …!!