June 2024

 

Ezîz Xemcivîn

Fewziya Qiço di temenê heftê saliya xwe de û di rewşewke valabûn û tenêtiya li havîbûnê hinek bîranînên xwe û serbûriyên demên corbicor nivîsandine, hem jî di pirtûkeka piçûk de belav kirine.
Şad im, bi rastî jineka Kurd bi temen mezin dest bi nivîsandinê bike û pirtûkekê jî çap bike.
Fewziya xan ew bîranîn li gora…

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêşbirka kurteçîroka kurdî.Di ahengê de, lîsteyeke kurt ji sêzdeh çîroknivîsên kurd yên ji deverên cuda cuda yên Kurdistanê hate ragihandin, û di nav de sê serkeftiyên pêşîn ku…

Konê ReşEzbenî! Çima şadî di rê de winda dibe?! Navnîşanên ku ji mêj ve, me di kolan û çardiryanên welatê xwe de danîne rastin; Çira û Xetîr vêketîne.. Derî û pencere vekirîne.. Cil û bergên nû li me ne.. Û baş box û beranên me hatine serjêkirin..!
Mixabin! Çavên me qerimîn û şadî ne hat..! Ne…

Şêrîn Saado -paris

Li ber dîwarê biyaniyê
Dergûşa êşan
Di hejînim
Bi vedenga hInasên
Bê deng
Stirana hêviyên
Bê hêvî
Dilorînim
Penaberim ..
Kirasê jiyaneke
Bê jiyan
Bi teşiya dilê melûl
Dirêsim
Bi ser bedena hûrdeman
Dadikim

Di agirdana
Omîdên kuştî
Û bîranînên
Sêwî û derbeder
Hestên min di sotin

Ji xewnerojan şiyar dibim
Li ber dergehê
Berbangeke dûr
Tenê rondik dikarin
Agrê di dil de
Sar bikin
Û şewata birînan
Bikewînin
Ji ber ku
Ez penaberim ..penaberim ….!!

Ezîz Xemcivîn

Çirayeka êş ji canê te dirêsim..
Deftera tundûtûjiyê ji dîroka kirêt çi dibêje?
Li welatê te jî, kînxincera tundrewan xwînê dirêje!
Ho..
Piçûkê janê,
dilê nazik kê bêhna jiyanê ji sihikên girnijîna te birrî?
Havîna evîna te,
ji bo çi hetav li bejna xwe ne kiriye!
Zimanê ahîneka nû vebû,
destê çepel agirê cegerê dada ye!
Sêwiyên nesaz li kolanên aramiya we strî û…

Ahmed Abdilqadir mehmod

Rojek bi qamçiya hizrê xwe
pişta zordaran qamçîkir
seydak bi dildariya Azadiye
hatibo daxkirin
ji bo qêrîna xwe
hemo dîwangehan li ber xwe vekir
ji belî diwangeha kuletiye
ji milet re got :
kes mafan pêdan nake
maf bi renicdan tê wergirtin
û got :
dilopên xwîn avdaniya paşerojeye
pê nemama nemirî avbidin
seyda bû semboleke ronîkirin
serûşkarê neyazeke mezin
seydaye me ji xedere kiryarên te
te maran…

Konê ReşÎro (01.06.2024), 32 sal di ser Koçkirina Rewşen xanim Bedirxan re derbas dibe, bi min xweş e ez van kar û xebatên wê bi we bidim naskirin:
Mîrzade Rewşen Bedirxan wek rewşenbîreke Kurd a jin; ew yekemîn jina kurd e ku bi elfabeya Kurdî latînî nivîsandiye û alîkarî bi kurmamê xwe Mîr Celadet Bedirxan re…

Tengezarê Marînî

Di xwendina yekem ya vê helbestê de, rasterast peyv an têgeha AZADÎ li nav hişê me dide. Dibe di van deman de û di dema ku azadî tête bisînorkirin, Azadî wek silogan tête bilindkirin.
Her weha mîna helbesteke evînê diyar dibe, ji ber Hilde Domîn bi derbirîna hestên xwe bi şêweyekî vekirî naskirî ye. Azadî…