June 21, 2024

Xizan Şîlan

xoşewîsta sîngsedef
ez te ji wîzewîza pêlên bareşa felekê
dipirsim
tevna hezkirin û bêrîkirina te
bi pîzotên agirê dilê kewgirîn
dihûnim

ji keziyên porê te ya mircanî
bêhna qurnefîlan
difûre
bêyî te
ez bûm çûka hêlîn wêran bûyî
û şeveder mayî
bîranînên temenê zû kal bûyî
xwîn vedirişin
ma tu çi bûyî bûka bin perda
veşartî û fedîyok
wek Mecnûnê li Leylaya xwe digerî
ez jî
li nav toza çolistanên xewle
li şopa…

Gurgan Elhac

Were hevalo bes e
Serê xwe deyne ser sînga min
Desta li stûna mirada rapêçe
Canê kerixî
Emrê riziyayî
Hêja ne di kewsera rihê min de
Zindî bibim

Ezê qeşaya temen bişkînim
Ocaxa dilê te de bi helînim
Pasimbareke sor
Bi heftê û sê deqên reş
Li zenda te badim
Ezê hilmek Laleşî di cegera te de berdim

Bihna sîng û berê min
Hewarê bighînê sikrata dawî
Hêsirek poşmaniyê
Berdim…