June 2024

Tengezar Marînî

Rê çendî xweş in, bê dawî
Roj çendî nexweş in, bêy şev!
Xweska min û te, hev av bidaya,
ji zimanê bo ziman, min û te,
me hev wergeranda.
Baran dibare,
pişkujên baranê,
pişkên baran, serê pencereya me gêj kir
pizrûk, pizrûk
û pencere?
Min û te pir nizim xwe ava bikira.
Ev zemîn avis e, bi kulan.
Ji belngaziya vê rewşê, dilê xewnhezan şikest,
ê min…

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

(1-Eliyê bitenê (çîrokbêj),2-Kûsî û rovî(Hesen Şiyar),(hej.26).3-Rovî û gor(çîrokbêj),4-Ziyareta Melîkê Misirê (Smainê Serhedî),5-Mezinê êlê Elo bî, wê îşê êlê çilo bî(Ferhadê Xerzî)6-Bêbextî( Bişarê Segman) (hej.27).
Hesen Şiyar di çîroka (kûsî û rovî )de bi kurtî weha dinivîse:Carekê Kûsî û roviyek bûne destbirayên hev,kûsî ji rovî pirsî,çend hunerên te hene?
Rovî got:Hezar hene û rovî ji kûsî pirsî,lê…

Konê Reş

Qamişlo bi veşartokan dagirtiye.. Gelek navdar û cegerdarên Kurd, Ereb, Siryan, Cihû û Ermen tê re derbas bûne û mora xwe li dîroka wê xistine. Kesî – wek ku pêdiviye – li dor wan ne nivîsandiye, di tariyê de mane û bûne ji veşartokên bajêrê Qamişlo. Nivîsandina li dor bajarekî wek Qamişlo jî, ne…

Mahîn Şêxanî

li herderê talan
û mirin û kuştin e
ya hebs û zindan
û girtin e
warek nema
em lê bi cîh bibin
ne li hundir
û ne li derve
parasitn e
berê xwe
bi kuyde vekin
derî hatin girtin e
miletê hov
Iro bo qeder
lê ser sinorê min e
em bûn penaber
ú
hîn xelasî
jiwan tune
leanet li wê rojê bê
ku van hovan kirin
jîranê min e…?!…

Mizgîn Hesko

Derya…
Pir fereh
Û berav…
Ta bê dawî dirêj!
Kefeke guvaştî
Rûdêmên qeraxan
Bi xirecireke sihirdar
Dagîr dike…!
Û xuşîniyeke keskîn
Dilê latên lal
Parçeyek sinfonî
Dijenîn e…!

 

Kembereke berfîn î
Bi sedef û mircanên razber
Bejna deryayê
Perwaz dike…!
Û ev qeyika spî
Bi liva xwe
Di nav destên pêlan de
Hîn jî…
Ne zîz…!

Ey landika bayî
Û di tenêtiya de
Bi razên heyînê mijûl
Û di bextê vê deryayê de
Avjen:

Textên te ên kevizgirtî
Hîn…
Dîlên rêka xwe…

Kulmek ji Axê
ji bo Husên Hebeş

Berbang li Efrînê zû bişkivî
Şevê êdî nema xwe ragirt
Tarîtiya xwe rakir
da ku derkeve ronahiyê
lê ronahî tirsa wê ya herî xirab e
Napalmê ew şewitand bû
bêhna napalmê ji ba dihat
Toza Napalmê li ser çavên wê bû
û dîtina wê asteng kir bû

Her tişt bi pirranî ji wan re hat
pêşî roj, axa pîroz,…

Xizan Şîlan

xoşewîsta sîngsedef
ez te ji wîzewîza pêlên bareşa felekê
dipirsim
tevna hezkirin û bêrîkirina te
bi pîzotên agirê dilê kewgirîn
dihûnim

ji keziyên porê te ya mircanî
bêhna qurnefîlan
difûre
bêyî te
ez bûm çûka hêlîn wêran bûyî
û şeveder mayî
bîranînên temenê zû kal bûyî
xwîn vedirişin
ma tu çi bûyî bûka bin perda
veşartî û fedîyok
wek Mecnûnê li Leylaya xwe digerî
ez jî
li nav toza çolistanên xewle
li şopa…

Gurgan Elhac

Were hevalo bes e
Serê xwe deyne ser sînga min
Desta li stûna mirada rapêçe
Canê kerixî
Emrê riziyayî
Hêja ne di kewsera rihê min de
Zindî bibim

Ezê qeşaya temen bişkînim
Ocaxa dilê te de bi helînim
Pasimbareke sor
Bi heftê û sê deqên reş
Li zenda te badim
Ezê hilmek Laleşî di cegera te de berdim

Bihna sîng û berê min
Hewarê bighînê sikrata dawî
Hêsirek poşmaniyê
Berdim…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Em dikanin di hejmara (23) an de van çîrokên gelêrî bixwînin:1-Fenên dêw (çêrokbêj),2-Şeva gayê zer (Ebdilkerîm Mela Sadiq),3-Dayin(Bişarê Segman),4-Memê Alan,Mem û Zîn (Celadet Bedirxan),lê emê di vir de tenê li ser van du çîrokên duhatî rawestin:1-Fenê Dêw.2-Şeva gayê zer.
Çîrokbêj di çîroka (fenên dêw) de dinivîse:Di demekê de;kurek mirovekî kor hebû,mirovê kor li parsê digeriya,rojekê…

 

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya Zaxoka delal dikim ku ez û hêja Ezîz Xemcivîn di himêza xwe de civandin û bû egerê hevdîtin û hevhimêzkirna me û her wiha bû dîdevana diyariya romana hêja ya bi navê (Zêro ) ji bo min ku bi destê helbestvan û nivîskarê hêja û bihagiran Ezîz Xemcivîn hatiye…