May 11, 2024

Şêrîn Saado –paris

Mîna zarokekî li ser şîr
Bihna dayika xwe
Bi zîzî
Di pelînim
Ta ku di hêlîna
Himbêza wê de
Binivim …

Mîna pelênPirtûkeke rizyayî
Li ber
Xapên bakî derewîn
Dilerizim belavdibim …
Nema dizanim
çilo perçên giyanê
Xwe bi hev xînim …
Ji ser şopa gavên
Xatirxwestinê
Nîgarên xwe
Bi civînim …
Ezê çilo
Biskên hestên xwe
Ji nav tiliyên hestên te
Bikşînim
Ezê çilo wêneyên
Xeyalên xwe
Ji…

Gulistan Awaz
Ji du salan de!
Sibehên bê te
Her ku bi ser rêya hilhatinê dikevin
Pirsa tîrêjên çavên te
Tava dengê te dikin
Rê, şaş û winda dibe…
Cejn û şahiyên bê te
Her ku dikin canê me bixurînin
Li kêfxweşiya dilê te
Şekirpeyvên te dipirisin
Can, sar û sar dibe…

Anê!Ku te zanîba!
Ji wê Çarşemê de
Bi hesreta peyva Anê
Liyan in stûyên rojan
Axînkêş in
Û…