May 2024

D. Ebdulhekîm Beşar

Êdî em nema hewceyî şirovekirinê û anîna belge û nîşanan in ji bo em diyar bikin ku rêveberiya li bakurê rojavayê Sûriyê di bin fermandariya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK de ye, bi riya endamin ku navê Kadro li wan tê kirin. Ew kesên ku kêmtirîn karîna zanistî li rex wan tune ye ku…

Mizgîn Hesko

Libek genim
Nexşeya dilê welatê min..!
Û sinbileke zêrîn
Ṣifreya rewanê axê…!
Ha vaye…
Di paşila zemînê de
Damarên xwînê
Û xwîdana aniya min
Tenûra nan î hîn jî dadayî
Û zevî di himêza dayikê de
Paldayî
Ka destên xwe
Ji kuştina xewnên min
Bi şûnde vekişînin
Û min…
Bi barên ji rewrewkê
Ne xapînin..?!!!
29.Gulana 2024.
* Wêne. Ji FB.

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Di van hejmarên jorîn de;em dikanin van çîrokên gelêrî bixwînin:1-weyna rovî li rovî(çîrokbêj),2-jin û mêr û çîroka marekî Fêris(wergerandin ji Êngilîzî)(?),3-Conî û Cimêma(wergerandin ji Êngilîzî(?)4-Diz û dûvê kerê wergerandin ji Êngilîzî(?). 5-Fermana gur (Sibhiyê Diyabekirî)(hej.20).
Em di hejmara (20 )ê de dixwazin tenê li ser du çîrokên gelêrî rawestin:
Çêrokbêj di çêroka(weyna rovî li rovî) de…

Yusra Zibêr

Baranê ne bar ne bar
Kedxwara genimê tê xwar
Çûka Geşta xwe nebir
Êş û derdên bikeser
Bûka li nav beyara
Bêje derdê cotkara
Çîrokê bibûrîne
Kes guhdar jêre nîne
Keda çotara maye
Li warê bê rewayê
Li welatêmin tenê
Di şdînin gerdenê
Belkî cotkar jî bimre
Ji xaka xwe dûr here
Xak jî bimîne beyar
Bê cot û her bê kewar
Dilê cotkar têşînin
Armancê bi çî tînin
Genim daxînin sinta
Di…

 
Şêrîn Ebdo
Ramanek di malzaroka romanekê de ducanî dibe, ji ducaniya xwe de
êş, talankirin, komkujî û bobalatên mezin dirêsîne wek teşiyekê giloka tunekirin û qirkirina miletê Ermenî li hev dipêçîne..
Li bin sîwana navûnîşana man û nemanê de zincîra janên Ermeniyan bi hev dikevin û zayîna “Zabêl ez Ermenî me!” bi pênûs û hizira nivîskarê hêja Ezîz…

Konê ReşEşkere ye ku sê tişt nasname û hebûna miletan destnîşan dikin û dibin simbola jihevcudakirina her miletekî ji miltên din, ew jî ev in: Erdnîgariya ku her miletek li ser xaka wê dijî.. Zimanê ku her miletek pê diaxife û cil û bergên wî miletî ne. Anku cil û berg yek ji regezên nasnameya…

Hesen Mihemed

Yek ji romannivîsan dibêje: Romana ku nikaribe qorziyek tarî ji civakê , ji dîrokê, ji jiyanê rohnî bike ne Roman e.
Bi rastî jî li tenişta afirandin û belavkirina spehîtiyê, yek jî erka nivîsandinê ye ku ronahiyê bide cihên tarî di jiyanê de.
Duh min xwendina romana kek Ezîz Xemcivîn
/ Zabêl… ez Ermenî me/ bi dawî…

Helbestvan :C.R.Ramuz
Wergirandin ji zimanê ferensî bûna kurdî : Anahîta Hemo

Niştîmanekî biçûke,
xwe di nêv daristan û girên xwe de veşartiye
Hêmene,………………Bê leze
Di bindarên gwîzan de, jiyana xwe dijî,
Baxên ciwan,………zeviyên genim yên lewend
Tevlî zeviyên kizin û hespistên gul zer li çêrgehan lê hene.
Bi dirijahiya çarkinarkên xwe yên ferewan û bê rêxistin
Ber bi daristanê ve hildikşe,
Xwe disperse geliyan,
Berê xwe…

Tengezar Marînî

Tiştek di zimên de heye, pir seyr e, ew jî eve: dema mirov li welatê xerîbiyê, rastî dengên zimanê xwe tê, yekser li dor xwe dinere û ber bi wî mirovî ve diçe. Mîna yekî pêbawer xwe nêzîkî xwedanê wî dengî dike.
Ziman ji mejî û hiş re girintir e ji giringiya roniyê û dîtbîniyê…


Ebdilbaqî Elî

Pirjimarî ȗ hemerengî wek xemleke civakî çawa tê birêvebirin?
Gelo ger ku cîhan birengekî tenê ba wê çawa bihate dîtin?
Ger mirov bi yek regez ,yek reng ,yek ol ,ȗ yek ziman ba wê jiyan çawe birêve biçwane?Komelgeh ȗ civak lașekî mezin ,fereh ȗ têkele ,mirov ,teba ,balinde , ȗ her tiștê zindî ,xwedan can ȗ…