April 18, 2024

Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniştrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên şeveke ji hişketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?

Biserdebirin.Ev tu yî?
Eger belê,
Ez li kû me?
Dem dereng dikeve,
Tu zelal
Mijaneye nêrîn
pencere,
nefesek kûr
her tişt zelal,
hêsan,
bîhnxweş
ronahî
bayê biharê diherike
Bilbil tê bêhinvedanê.
Eger eve tu yî?
Çima li xwe û te digerim!?
Sozên şevê!
Ta bi…

Brahîm Mehmûd

Asîman….
Asîmanê bilind
Asîmanê nizim
Asîmanê dûr
Asîmanê nêzîk
Asîmanê şil
Asîmanê zuha
Asîmanê vekirî

Asîmanê girtîAsîmanê bi deng
Asîmanê bê deng
Asîmanê hebûn
Asîmanê nehîn
Asîmanê biçûk
Asîmanê mezin
Asîmanê sînorkirî
Asîmanê vala
Asîmanê tijî
Asîmanê li jor
Asîmanê li jêr
Asîmanê bi samkirî
Asîmanê sana
Asîmanê têkel
Asîmanê reş
Sipî
Zer
Sor
Tozgirtî
Belek belekî
Bê reng
Asîmanê sebixwe
Asîmanê bin dest
Asîmanê xwedanan
Asîmanê yek xwedan
Asîmanê bi nav
Asîmanê bê nav
Asîmanê hêviyan
Asîmanê bêzar
Asîmanê dilovîn
Asîmanê kujer
Asîmanê jînê
Asîmanê mirnê
Asîmanê herkesî
Asîmanê ne tukesî
Her yek…