March 27, 2024

Texst: Methal Sulaiman.
Wergerandin ji Erebî: Mizgîn Hesko.

Hew dizanim, ka Berfanbar mîna wê ye
Yan jî wê rûçikên xwe ji Berfanbarê vedizîn e…?!
Bi tenê, wê nas dikim;
Ew dayika min e û ji wilo bêhtir e.

Bi tenê, wa bi guherîna rengan di çavên wê de hest dibûm.
Dema ku xemgîn dibû û çirisîna di wan çavan de, wekî sîbereke…

Li bajarê Şilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka hunerî ji du şêwekarên jin re vekir.
Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne.
Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.
Ev yekem care li bajarê Şilêswîg…