February 2024

Ereb Horê

Bi qasî salên ez
Jiyayî
Sal divin
Ta bikarim
Bihijmêrim
Poşmaniya.

Bi qasî hûrdemên
Bêguhdaniyê
Hûrdem divin
Ta fêr bibim
Li hin
Nependiyên jînê.

Bi qasî rûyê
Zemînê
Neynik divin
Ta bikarim
Li ber rast bikim
Bejn û balê

De! Sal,
Kêlîk, hûrdeman
Bi paş ve
Bînin.

De! bi neynikan
Rûyê zemînê
Binixumînin.
Heger hat û
We bi cî anî
Daxwazên
Min,
Ez ê dîsa
Di kayîna
Xwe de
Bimênim.

Êrîsh Frêd
Wergêr: Tengezar Marînî

peyvek ya Êrîsh Frêd
Ji dinyayê re tu kesekî, lê ji kesekî din re tu dinya yî!
Für die Welt bist du irgendjemand, doch für Irgendjemand bist du die Welt!
Erich Fried.

Azadî
Ku were gotin
Azadî li vir serdest e
eve şaşiyeke herheyî ye
an jî derewek e:

Azadî
Serdestiyê nake
Freiheit
Zu sagen
hier herrscht Freiheit
ist immer ein Irrtum
oder eine Lüge:
Freiheit
herrscht nicht
Di aştiyê…

Şukrî Şêx Nebî

ew embûn …
nizanim
yan ew ezbûm ?
yê ku meşka sozê dikland
li ber kêlegora rista wategehan
ji heyva tîyenoş..

heya qonaxa heyva
bi betreyên perperîkan kemilî ?
ew şîlbarê ..
hûrpelîkên kevneşop
û hindek tîpên mayî
ser sînga qermîtkan
û sulsala..
ya ji beravîtinê zayî … !
di gewrîya helbesta nuxumî
ser pişta himehima xaçerêkan
dê çi bibê
û çi nebû…

Ezîz Xemcivîn

Gelek tawanên hovane rêkxistina bi navê Daiş (Dewleta Islamî) di çerxa 21ê de di dermafê mirovîniyê de kiriye. Gelek milet û bi taybetî Kurd ji Kobanî heta bi Şingalê komkujiyên bê hempa di dermafê me de pêk anîne.
Di berhêma giranbuha ya mamoste Dawid Mirad Xetarî de ko ew ji heft çerman pêk tê, qirkirina…

Qado Şêrîn

Xwendina romanan guhertin e, şikenandina rotîna jiyana rojane ye, teşwîq e. Dibe alîkar ji bo mirov xwe xurt bike û bi zanîn û zanyariyan bi pêş ve bibe. Her wiha nerîn, civak û hizr û bîrên mirovên din nas û fam bike, û bi çav in cuda li cîhanê binere daku, wêneyê mezin zelal…

Mahîn Şêxanî

Piştî nîqaş û nîqaşên cidî li ser qebûlkirina vexwendina nasekî ji bo şahiya daweta “kurê” xwe, wan biryar da ku li dû lêkolîneke berfireh li ser hemû alî û aliyên ku bi rewşa wan a aborî ve girêdayî ne, û wekî derfetek dîrokî ji bo aramkirina nervên xwe yên teng û berdewamiya wan. Xemgîniya…

Nivîskarê Deqê: Xalid Xelîfe
Wergerandina ji Erebî: Mehmûd Badilî

Dema ez ciwanekî piçûk bûm, min dixwest bibim nivîskar. Di qonaxeke pêş de, min helbestên dîwana Ferec Beyreqdar a yekê ya bi navê “Tu ne bitenê yî” xwendin û bi hevalên xwe yên nivîskarên ciwan re, bi taybetî jî çepgirên nifşê xwe re, dan parvekirin. Piştî wê helbesta…

Konê Reş

Di roja 1.2.2024an
de, li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê/ HRRKê li
Qamişlo, dîwana Mele Nûriyê Hesarî, ji rex kurê wî Abdulwehab ve, ji nivîskar,
helbestvan û rewşenbîrên Kurd re hat îmzekirin. Hejaye gotinê ku, Tora
Medyayê ya RÛDAWê
ev dîwana Mele Nûriyê Hesarî di du cildên bedew de; yek
368 rûpel û ya din 420 rûpel, çap û…

 
Mizgîn Hesko

Romana Mîlan Kondêra / Milan Kondera / Bûnewerê ku sivikbûna wê nayekêş ( hilgirtin).
( Romana yekemîn e ku di vê salê de, wê dixwînim)

Wiha dipûnijî: pirsa sereke ne ew e ka ew dizanin? Lê gelo, ew bêguneh in ji ber ku nezan in?
Aya ew bêhişê li ser textê mîranî rûniştî, ji hemî berpirsiyariyê parastî…