February 6, 2024

Mizgîn Hesko

Rist….?! û di warê zimannasiyê ve, dibe ku hevok bixwe be.
An jî Bendik e, xêzeke kurt e û hin agahiyan nîşan dide û wan tînê holê.
Bi Ingilîzî= Sentence.
Bi Almanî = Satz.

Di heman demê de, gotina / Ristin/ tê wateya sazkirin, diristkirin, afrandina tiştekî nuh .
Mirov dikare bi teşiyê….rîsê xwe birêse : wiha jî û…

Mizgîn Hesko

Çi spêdeyeke xembar û mijgirtî bû

Gund û şar
Kolan bi Kolan
Di pêlên bêdengiyeke domdar de.

Xewnên…
Bi kulîlkan dagirtî
Li benda biharê…

Û carekê… dilê zemînê lerizî
Landika textîn lerizî Ji hemû rexan…
Qêrîn û hawar
Di xwîna zarokekî sava û bêguneh…
Mirovanî gewizî…?!

Ha li warê me
Zaroktî…
Û hîn di pêçeka xwe de Diseridî…?!

Ha li wir…
Û wê spêdeya sosret
Hûn…
Bendewarê refê…