Helbest u pexşan

Çivîkên ber oxirê


Mizgîn Hesko

Çi spêdeyeke xembar û mijgirtî bû

Gund û şar
Kolan bi Kolan
Di pêlên bêdengiyeke domdar de.

Xewnên…
Bi kulîlkan dagirtî
Li benda biharê…

Û carekê…

 dilê zemînê lerizî
Landika textîn lerizî Ji hemû rexan…
Qêrîn û hawar
Di xwîna zarokekî sava û bêguneh…
Mirovanî gewizî…?!

Ha li warê me
Zaroktî…
Û hîn di pêçeka xwe de Diseridî…?!

Ha li wir…
Û wê spêdeya sosret
Hûn…
Bendewarê refê kîjan çivîkên koçberbûyî bûn…?

Li ser têlên bi xemê rêsayî
Refê hachacîkên ber oxirê
Xwe bi ser hevdû vê
Melisandibûn…!

Gund û şar
Kolan bi Kolan…
Ey mirovên bi kulan
 Û ta bê dawî avis…?!!!

Xwedanê bax û rezan
Û xaniyên…
Ku dikin, nakin
Ji wan re nabe xanî…?!
Xaniyên hilweşiyayî
ku dibin gor…
Lê nabin xanî…?!

Mirovên…
Ku li benda vegera Çivîkan bûn

Çivîkên…
Ku wê spêdeya mijgirtî
Û hîna zû
Di matmayina serxet û binxetan de
Bêzar…
Û ji hevketî bûn…?!

* 08.02. 2023. Dema erdheja mezin.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…