February 4, 2024

Ereb Horê

Bi qasî salên ez
Jiyayî
Sal divin
Ta bikarim
Bihijmêrim
Poşmaniya.

Bi qasî hûrdemên
Bêguhdaniyê
Hûrdem divin
Ta fêr bibim
Li hin
Nependiyên jînê.

Bi qasî rûyê
Zemînê
Neynik divin
Ta bikarim
Li ber rast bikim
Bejn û balê

De! Sal,
Kêlîk, hûrdeman
Bi paş ve
Bînin.

De! bi neynikan
Rûyê zemînê
Binixumînin.
Heger hat û
We bi cî anî
Daxwazên
Min,
Ez ê dîsa
Di kayîna
Xwe de
Bimênim.

Êrîsh Frêd
Wergêr: Tengezar Marînî

peyvek ya Êrîsh Frêd
Ji dinyayê re tu kesekî, lê ji kesekî din re tu dinya yî!
Für die Welt bist du irgendjemand, doch für Irgendjemand bist du die Welt!
Erich Fried.

Azadî
Ku were gotin
Azadî li vir serdest e
eve şaşiyeke herheyî ye
an jî derewek e:

Azadî
Serdestiyê nake
Freiheit
Zu sagen
hier herrscht Freiheit
ist immer ein Irrtum
oder eine Lüge:
Freiheit
herrscht nicht
Di aştiyê…

Şukrî Şêx Nebî

ew embûn …
nizanim
yan ew ezbûm ?
yê ku meşka sozê dikland
li ber kêlegora rista wategehan
ji heyva tîyenoş..

heya qonaxa heyva
bi betreyên perperîkan kemilî ?
ew şîlbarê ..
hûrpelîkên kevneşop
û hindek tîpên mayî
ser sînga qermîtkan
û sulsala..
ya ji beravîtinê zayî … !
di gewrîya helbesta nuxumî
ser pişta himehima xaçerêkan
dê çi bibê
û çi nebû…