January 18, 2024

Mizgîn Hesko

Hêdî, hêdî find û şemalokan
Vêxînin
Dibe ku xirecir…
Giyanê wê bêdengiya bê hempa
Biazirîne
Di himêza axê de…
Dilên hîn sincirî hene..!

Hêdî, hêdî karwanê xwe ê xemilandîBirê ve bibin
Dibe ku pistepist …
Matmayîna bîstikên hêmin
Bilerizîne
Di himêza axê de
Destên hîn dagirtî giyakê endekoyê hene..!

Hêdî, hêdî û bi gavên sivik werin
Dibe ku bayê kurr
Aramiya dîmenên diltezîn
Bibezîne…
Di himêza axê de…

Tengezar Marînî

Ez yê ba
di bêdengiya min de sema dike
Çavên xewar
Ewrên sist
Li wir
Melodiyek ji dest xwe çûye
Henaseyekê dikêşim

Sînga min bi bêrîkirinê derizî yeMin welatek di vî dilî de veşartiye
Peyvên min birîndar,
di nêv mijê de winda
gerdûna di nêv destê min de
geşt sotand
ev nedawî ye
her gavek nîşanek e
kovan nîşanên xwe rêdikin
Kî dê kefa destê xwe veke?
Dûrahî
Ceng
Peyv
Kî…