December 27, 2023

Mizgîn Hesko

/ Ji bo pakrewanên me/

Ji mêj ve…
Dilên wan şar û gundan
Hînî hilma xeman
Û destên veqetandinê
Bûne.

Ji mêj ve…Şîrê di pêsîrên dayikan de
Tewirî…
Spî û herî spî
Sirûdên berfînî vedibêje
Û bejnên ji dara miradê
Weriyayî
Dilop û dilop
Hûrgiliyên tabloya pêdariyê
Dijenîn in.

Krîstmas e…
Û peyamberên gulan
Ji mêj ve
Berê xwe dane rêka çûyinê..
Û li şûn wan…