December 5, 2023

 
Konê Reş

Ji mêj ve, min divîbû şarê Cizîra Botan bibînim. Ne tenê dîtin, lê belê ku çend rojan jî lê bimînim, lê razêm û çarşiyên wê ji nêzîk ve bibînim, bi xelkên wê re biaxifim.. Jixwe serdana gora Mem û Zîn, Melayê Cizîrî, Medreseya Sor, Birca Belek, gora Nebî Nûh xewnek ji xewnên min bû….

Xizan Şîlan

hespê min yê çeleng
ber bi çirûskên hêviya pêşerojê ve
dibeze
li reştariya siya şevên xewle
şewqa çira dilê xeşîm
dibiriqe
erdên bejî û zîwa
bi gulgenimên zeviya şîn
zîl dan

ji parzûna salên tehl û tirş
şîrê jiyaneke şêrîn
dipale
pêlên wîzewîza
bayê vejînê
di perdeya guhên min de
pistepist in
li meydana şahî û dîlanan
agırê meşaleya newrozê
gur û şên bû
bêhna sosin
û beybûnên azadiyê
ji erdnîgariya axa qedîm
difûre
ax…