October 6, 2023

Gurgan Elhac

Ji cîwarî kela canî
Ji deryaçê ji zozanî
Ji kavilkî dilê Xanî
Ji rondik hat, keça Wanî

*
Ji bihrîkên mişextanî
Ji kûr rayê dirextanî
Ji omîdê li wextanî
Beharek nû te jîn anî
*
Dû feryadê li biyyanî
Dû leylanê beyabanî
Dû eşkencê di zindanê
Tu bû rehmek ji ezmanî
*
Bi cî kir min ji wêranê
Birim kuşkê li eywanê
Li ber textê xwe sultanê
Li porê dest bir û…