November 10, 2022

Şîlan Doskî

Li vî warê li bindestan
ji Somaya Biradostan
ta Ûrmiyê û Silîvana
li me bûye wek xemistan

Hêşta dayê janên caran
Sêdare û gulebaran
lorînkên te dijenînin
li bin zilma van pasdaran

Kavlên kelên evî warî
hewara wan ser me barî
şahsîwarên alhilgir bûn
felek xaîn her neyarî

Bakur Başûr û Rojava
hindis rake ji ber çava
ey aronga di xewêda
bewrana dij lave lava

Li komara berxwedanê
berz e…

Gurkan Elhac

Em du şax in daye darek
Yek ziwa bû yê di şîn
Eynekî têde dibînim
Hişke şaxim bûye şîn

***
Mistekî axa welatî
Ser dirêjim sore xwîn
Parçekî qada mi pîroz
Cengewarim ser te dîn
Rojhilatî tu ji Wanî
Hesreta dil kirye hîn
Xoştirîn werzî ji salê
Tu Beharî reng û bîn
***
Kesera sed sal ji Bihrî
Ji ceger tê derbirîn
Şitlekî sorgul ji Şaxê
Tu şilêra ser nuxîn
Pirpizêkî daye…

Xizan Şîlan

ez
rêwiyê rêya çolistanên
bêveger im
serkêşê karwanê kûrahiya ramanên
feylezofan im
li nav kelem û striyên hişkebeyaran
li heqîqeta nependî
digerim

bi rîsê neynokên giyanê xwe
tevna zanistî û fazîletê
dihûnim
çirûskên hêviya pêşerojê
di hembêza berbangên rûken de
vedişêrim
erd di bin gavên min yên sist de
westiya
ez
bi dengê xumxuma çemên bi coş
stranên şahiya evîndaran
dilorînim
li ser parsûyên qefesa werîmî
nexşeya welatê qedîm
dineqşînim
ji parzûna serdemên genî
aramî û bextewariyê
dipalînim
tovên xweşbînî…