June 9, 2022

Anahita Hemo / Paris

Bîranîna giyanê hozanvanê nemir
Ferhedê Içmo
Vaye dîsa roj li hêsran çûye ava,
Vaye bi helbesta “Qamişloka Min “,
” Dema Destanbêj te Dibînin….”.
Dema her tişt dire lûs,
Stêrên asîman şiyariyê li xama min dikin,
Gelawéje xwe.diyare.dike…

Hinek serme min dispêre nivîsên we,
Di bêdengiyeke bêhempa de,
Bi hestên êvara oxira te,
Mûmên êvarê…

 
Wehîd keleş

Rojîn di nava destê wî de dilerizî, mîna çûkeka şil, di bin wê baranê de ava baranê bi cotê keziyên wê ve dihat xwar.

Rojîna şazde salî, temenê wê mîna temenê gula bû, hîn ne dizanî mirin çiye, ne dizanî mirin wesaye.

Tenê yê bavê xwe winda kirî, hew ew dizane çiqasî gotina babo şêrîne.
Bigirî Rojîn…