December 28, 2021

Xizan Şîlan

ez
nexşa temenekî talanbûyî me
keftarên demê
li ser erdnîgariya xaka mesûm
cirîdan diavêjin
sînorên bedena westiyayî
xwîn vedirişin

salan kirasê xeman li rojên şad
pêçan
berbangên rûken bi axîn û nalînan
avis bûye
heyva nîvbiriqî
di îskeîska gewriya xwe de
fetisî
rengê kulîlkên baxê hezkirinê
çilmisî
zimanê pênûsê
di keserên helbesta birînkûr de
lal bû
kaniya hevokan li ser kaxizan
miçiqî
qayika xweşgotinan
serûbin bû
keskesora hinav xatir ji min xwast
li xweşsohbeta şevên…