December 10, 2021

Mihemed Hesko (birasoz)

Destên bi qirêj
Kesên guhdirêj
Pîsin nola şêj
Bê ol û dozin
Bar û serbarin
Dûpişk û marin
Dostê neyarin
Bê sênc û sozin

Hevalin bi dev
Roj jî kirin şev
Qad berdan bi rev
Kerîyê kozin
Kewên regehan
Dizên rûgehan
Segên dergehan
Bi xwe nandozin
Warê kurdane
Cenga girane
Dizker têdane
Pîsên dilsozin
**********
Almanya, 09.12.2021

Bavê Zozanê

Bavê min hêja Hisênê Es`ed e(1895-1980) serokê êla eşîra (Binyar Alî)bû ku jimara gundên eşîra me dor 52 gundiye li Cizîra Sûrî ku ji gundê (Xrab kurt) dest pêdike ta li (Gir Misîn)di sekine.
Vêce roleke mezinî niştimanî ya vî rêzdarî li Cizîrê hebû ku dijî kolonyalîzma Fransî li Sûriya rabû,ji xwe berî wî jî…

Kurdish Diaspora

Birêz xûşk û birahên Kurdîstanî, 4 roj berê di dîroka Kurdîstan de bin serokatî ya cenabê birêz serok Mesoud Berzanî de Konferansek pîroz li peytexta Kurdîstana Başur, Hewlêr cîh girt. Her wusa, ji Kurdîstana Sor, Avrupa, Rojava, Rojhelat, Bakur û her perçên Kurdîstanê 150 nûner beşdarê Konferansê bûn.
Tahir Hewramî ku serpereştiya dosyaya Kurdên diaspora…