July 26, 2021

Riyad Salih Husen
Werger : Besam Mer`ê
Hoo Berdîno Guhdarî Muzîkê Bin
Sibe destpêk e ..
Sibe, ne stûgirek
Ne jî pêlavek giran-buha
Sibe destpêk e..
Ne gotinên xaçepirsê
Yan kongra Havana
Sibe destpêk e ..

Sibe di bin Gyotînê re
Yan di navbera zincîran re
Dê daxwaza vejînê bikim!.
Ew jiyana ku di pertûkan de tê gotin
Ew jiyana ku
Di reklamên…

Ebdilmecît Şêxo

Tu û Hêvê hevalcêwî ne
Çiqas ez li we herduyan
Dinêrim
Yara min!
Tu bi tenha xwe
Êşên min
Di agirdana dilê min de
Dişewitînî

Xûnava kenînên te
Dilê min vedijîne
Awirên çavên te
Nesrînên çelmisî di çavên min de
Av didin
Lêvên gulgulî di henarokên
Min de diçînî
Hêvê !
Lê tu carna melul î
Herdem tu lal î
Ne dikenî

Tu maçekê jî nadî…

 
Mahir Hesen

Her ku partiya PYD mafê Kurdan binpê dike, ew bala hevalgirên xwe dibe li ser Pêşmerge û hewl dide ku rastiyê veşêrin û berevajî bikin. Ji devêla ew şaştiyan li ber çav bibe, tenê bi qurtî û bi poz bilindî xwe durst û rast dibîne. Çawa dîsa hewl dema bûrî da ku bala…

Konê Reş

Di sala 1958an de, Mûsa Anter û du hevalên xwe: Avokat Canip Yildirim û Ebdurehman Efhem Dolak rojnameya (Ilerî Yurt/ Welatê Pêşketî) li Diyarbekirê diweşandin. Hingî armanca wan ku doza Kurdî di nav xwendekarên Unîversîtî de belav bikin.. wan serwxtî rewşa Kurdistanê bikin. Lê ji ber gotarekî Apê Mûsa bi navê (Qimil/ Kimil), ew…