April 2021

Konê Reş

Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û duhatin.. Eger…

 
Eskender Ceiferî

Ji sala 1979’an ve heya niha 12 gerrên hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên din li Îranê hatine encamdan. Di ti yek ji wan de ti Kurdekî nekarî bibe berendamê rastîn ê gelê xwe. Belkî sedemeke baykotkeran jî her ev e. Ji ber ku ew xwe, li Îranê xwedîmaf dibînin lê mafê wan hatiye zewtkirin.
Di 11…

Konê Reş

Nîsanê!
Ev çi ewrê reş e,
Xwe di ser bajarê min re
Dibe û tîne?!
Çima tu dêmê xwe ji xelkên min
Diguherîne..?!

Nakokî, dubendî û berberiyê
Di nav xelkên min de
Gur, bilind û sor dike..?!
Nîsanê!
Tu gula biharê û bûka salê ye..
Heyva gul, kulîlk û çîçeka ye..
Hêlîna şalûla û bilbila ye..
Heyva evîn û aramiyê ye..
Mixabin, welatiyên…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi kurdî ya bi tîpên latînî tê weşandin.
Hejmara nû (396) ya Rojnameya Agirî di roja 21.04.2021`an de bi van çend raport û gotaran derket:
1- Xatirxwestina dawî ji yadigarê hemaseyên Kêleşîn û Pîranê – Agirî
2- Sergotar: Kavilî…

 
Ebdûlazîz Qasim

Her ji destpêka krîza Sûrî ji sala 2011`an ve, gelek hewl ji bo yekrêziya kurdî li ser binyatê peydakirina nêrîneke siyasî ya hevgirtî û hevbeş hatin dan, û di demeke nêzîk de û tevlî astengiyan, hewldan serkevtin bi damezrandina qebarekî yekgirtî bi navê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), bêyî tevlîbûna PYD ji…

 
Konê Reş

Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..
Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê…

Lazgîn dêrûnî

Bila hestê me tev gul bin
Ken û şadî ji nav dil bin
Wekî awazê bilbil bin
Besa barê me tev kul bin

Xem û kovan heta kengî
Bimînin em bi vî rengî
Jiyan xweş e bi dilşengî
Bila baxê me sorgul bin

Ne kû em hatine jînê
Tenê ji bo xem û şîne
Vekin dergih li evînê
Besa çavên me tim şil bin

Li…

 
Idrîs Hiso

Çarşem di ola Kurdan ango Êzdiyan de roja pîroz e, di vê rojê de pêwîste mirov bi tenê ji xweda re kar û xebata xwe bike, û dûrî hemû şehwet û daxwazên nefsa xwe bikeve.
Diya min muslimane, ew nizane bê kengî, çawa û çima bav û bapîrên wê bûne musliman, lê bitenê muslamane û…

Konê Reş

Ji mêj ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû dikirin û wiha ta roja îro ku, ew pêşwazî bi tenê di nav kurdên Êzidî de maye.. Belê hê jî, ew kurdên ku bi ola xwe Êzidî mane pêşwaziyê vê rojê bi aheng dikin. Ji ber ku…

Konê Reş

Ji berî hezar salî ve
bav û kalên me,
di nav xaka gelî, deşt û daristanan de
dijiyan..
Çiyayê Toros, Zagros û Ararat
li dor wan, ber bi asman ve bilind dibûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,
Zab û Xabûr
distandin..
Di nav wê xakê de
xan û man ava kirin
genim çandin
hesip kedî kirin û
mezin…..