Gotinek di 123 Saliya Rojnamegeriya Kurdî de

 

Konê Reş

Ho bajarê min.. xelkên min.. bihara welatê min..! Va 22ê Nîsanê, cejna rojnamegeriya Kurdî hat.. 123 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN) e.. Cejna ziman û peyva kurdî ye..
Werin em di vê rojê de silavê li giyanê wan pêşengan bikin; ew ên ku bingeh danîn û ev azadiya vê roja pîroz nedîtin.. Werin em silavê li canê Mîr Miqdad Medhet, Abdulrehman Bedirxan û Sureya Bedirxan bikin, yên ku çiraya rojnamegeriya Kurdî li pêş me vêxistin..

 

  Welatîno werin! Tev werin, em silavê li canê Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Kamîran Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Namî, Tîrêj, Keleş, Bêbihar, Omerê Lalê, Mela Nûriyê Hesarî, Palo, Mihemedê Mela Ehmed, Rezoyê Osê, Rêwî, Ferhadê Çelebî û tev rewşenbîrên ku xwe di ber peyva kurdî de westandine, bikin.. Gul û kulîlkên vê biharê li ser gorên wan deynin..
  Welatîno werin.. werin em neferetê li dagirkeran bibarînin, ew ên ku nehiştin ziman û rojnamegeriya me bi serbestî di welatê me de, bibişkive, geş bibe û ber bigire.. Di encam de, bi saya lehengên zimanhez, dilsoz û wefadaran,  rojnamegeriya me di sirgunê avis bû û ber girt.. Û va îro wek ku hûn serwextin; wêneyê Mîr Miqdad Bedirxan li gelek deverên Kurdistanê berz û bilind xuya dike.. Û pêkerê Apo Osman Sebrî di (Bexçeyê Xwendinê) de ji me re dibêje:
Xwe danînim ber sîtem û zorê
Divê serbilind ez biçim gorê
Gava bi rûmet biçim goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan.
Herwiha pêkerê Seydayê Cegerxwîn jî, di eynî bexçeyî de xwe pesn dide:
Kîme ez!
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zinar û lat
….
Bejin bilindim
Wek dêw bilindim
Ez dest dirêjim
Serbest dibêjim
Dixwazim bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez.. kîme ez..
Wiha jî, Mihemed Şêxo, bi dengekî bilind strana: “Azad e şêrîn..” û Seîd Yûsif bi deng û awazên xwe strana: “Oy Oy felek..” ji me re dibêjin..
Erê.. piştî 123 salan keç û xortên me ji nû ve, pey şopa Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Mûsa Anter, Edîb Karahan, Nûrî Dersimî, Memdûh Selîm Beg, Hemze Begê Muksî dibezin li huner û şanên wan digerin.. Em bi hêvî ne ew salên ku Osman Sebrî 12 caran di wan de hat zindankirin, bar kiribin û em bi kêf û şahî li strana (Gulê mehrûmê gulê.. çiya bilinde gulê.. berfê lêkir..) guhdarî bikin.. Erê, wek ku kurdan gotiy: “Giha di bin keviran de namîne” û “Dinya siya darê ye”. Ji dil sed û bîst û sê saliya cejna rojnamegeriya kurdî li rojnamevanên Kurdistanê û hezkerên peyva kurdî pîroz bikin.

Qamişlo/ 20.04.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…