March 13, 2021

Mizgîn Hesko

Ji buharê ta buharê
Çend binefeş bişkivîn
Û çend nêrgiz çilmisîn…?

Çend gelawêj çirisîn
Û çend berbang fetisîn..?

Ji Halapça ta Qamişlo
Çend aheng…
Çend festîvalên jiyanê
Tên li darxistin…?

Ji cejnên mirinê
Ta cejnên jînê
Çend Leyla
Çend Agîd
Çend Samî
Çend Ciwan
Çend Qasimlo
Ji dayik dibin…?

Çend pêxemberên nuh
Çend Zardeştên kal
Avistayê didomînin…?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên hetaw
Têne der…?
Çend Qadî
Di zikê Mehabadê de
Bûn çira…

Konê Re‏

Ezbenî! Gotin di dawiya ‏evê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!!
Ezbenî! Her ku di rew؛a civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran…