February 21, 2021

Ebdûlazîz Qasim

Hemû dizanin ku nakokî û herwiha hevpeymanî yan rêkkevtin di navbera dewletan de li ser binyatê berjewendiyan ava dibin, û wekî dizanin ku îro devera Rojhilata Navîn di nava çend qeyran û krîzên mezin de derbas dibe û bi taybetî qedera miletê Kurd ber bi çarenivîseke nediyar ve diçe.

Îro ji ber heman rewşa Rojhilata…

Şefîq Îsa

Destevala rût û tazî
Wa dihatin ,wa dirin
Kê çi dahev ma li şûnê
Dawiya bûnê mirin
Em bi çavên xwe dibînin
Ên berî me çi birin

Ka kesên xwe xurt didîtin
Ên digotin em pir in
Ên ku dane ser dilên hev
Pêl serê hevdû kirin
Hin li gerdûnê dibin pûş
Hin bi tundî agir in
Devbixwîn in ,lev bi kîn in
Berxik in , hin…

Rojnameya Agirî duheftînameyek siayasî-giştî ye, ji aliyê PDK Îranê ve her heyv bi rojjimêriya kurdî du caran bi tîpên kurdiya latînî tê weşandin.
Hejmara nû 392 ya Rojnameya Agirî bi van çend raport û gotaran derket:
1- Saleke din û jiyaneke taltir -Agirî
2- Sergotar
Mûşekên beredayî – Kerîm Perwîzî
3- Misefa Hicrî: Bi hebûna kesên weke Zarayê,…

 
Kerîm Perwezî

Di roja cîhanî a Hezkirinê de ku evîndaran gul pêşkêşê yektir dikirin, hêzên terorîstî yên ser bi Spaha Quds a Komara Îslamî, Hewlêr û balafirxane û çend taxeke wî bajarî bi mûşekan kirin bi armanc.

Rakêtên teqiyayî yên hêzên ser bi Spaha Quds, kuştina kesekê û birîndarbûna çend kesekê li pey xwe anî û ziyaneke…

Nûredîn Sofîzade

Dîroka diyarîkirina roja Zimanê dayîkê di sala 1999`an de weke roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê ji aliyê “UNESCO”yê ve hat pejirandin.

Mirov dikare bêje ku ziman, yek ji sitûnên nasnama mirova ne. Herwisa ziman, belga herî berçav a hebûna rastiya mirov û pêşketina mirova ne.

Zimanê dayîkê, ev ziman e ku zarok ji dayîk û bavê…

Lokman Polat

Hem li bakur û hem li rojavayê Kurdistanê her diçe hejmara jinên romannivîser zêde dibe. Romannivîserên jin ên li bakurê Kurdistanê her yek du, sê romanên kurdî nivîsîne. Li rojavayê Kurdistanê jî di serî de romannivîsera jin Vejîna Kurdî û hinek romannivîserên jin ên din her yek çend romanên kurdî afirandine. Niha yek li…