January 24, 2021


Dildar Aştî
* bo zarokan
Navê min xweş, hêvî ye
Rû wek berfa kevî ye
Gula bexçê avî ye
Dara min pişkivî ye..

Demsala me bihar e
Xunava hûr dibare
Hofka dilan li dar e
Îsal xweştir ji par e

Em hatin ber derê te
Heval û hogirê te
Dest danîn ser serê te
Tev ji bo xatirê te…

Hatina we ser çavan
Pîroz e…