January 9, 2021

Mizgîn Kenan
Heyva me rêbendan e
Dewr û dor tev zuha ne
Berfanbar çû ji waran
Nehat ne berf ne baran

Demsal tevlî hev bûne
Li ser mehan pev çûne
Ew çileyê şil û sar
Ji germa bûye bihar
Cotyar zevî çandine
Hêviyên xwe bestine
Bê gilî û gazin e
Dana xweda mezin e
Lê hê jî bendewar e
Ku baranek bibare
Çavê wî li ezman e
Lav…

Birahîm Mehmûd

Rojava
Rojava
Saloxên Rojava
Xakek ji demên beravêtî
Ji neqşeyek ji destxweçûyî
Zimanek ji xwe dûr ketî
Pirtûkek ji xwe bazdayî

Ew e Rojava
Steyrikên ku di xwînê de mane
Dibe asîmanek melûl pirr melûl bêzar hilweşiyaye, dibe perçeyek ji asîmanek hefta bê xwedî
Sed ji sedî bin dem bûye
Rêyên ku ji bumbên navdil qetandî bûn
Li ser qiraxa helbestek ji xwe bi hêvî…