December 31, 2020

Şiyar Silêman

Rêwiyo xatir nexwaze
Xembaro xatir nexwaze
Bila çavê me nankoran
Şev û rojan qet neraze

Civakek bê ser û ber e
Serfirazî ne gengaz e
Em şayistên vê rewşê ne
Çermê me wek yê beraz e
Ji serboran em hîn nabin
Bilindiyê ji me nexwaze
Rêwiyo xatir nexwaze
Pêncî salî te berhem dan
Beste û awazên ciwan
Tev hejarî û kul û derdan
Li ber avê me tev…

Brahîm Mehmûd

Sînor sînor
Virde sînor
Wirde sînor
Êşek sînor
Navek sînor
Davek sînor

Çi sînorên bê sînor
Li me bûne hezar gor
Bi salan gelê kurd
Bû sînor
Ji derdor
Li ser sînor
Li bin sînor
Li nîv sînor
Dorpêçkirî bi agrê sor
Sînor hey sînor
Sînor wey sînor
Bi çerxan dielor
Gelê kurd
Bê sînor
Bû sînor
debinêrin
Hawîrdor
Guhdarbikin
Li derdor
Li ser kurdan
Zîk û zor
Çi dîroka bê wate
Çi yaseyek kerr û kor
Gelê…